Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Efrînê êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê êrîşa terorîst a li dijî welatiyên kampa Mexmûrê bi tundî şermezar kir û got ku xwîna şehîdan ti carî li erdê namîne û kujer dê bêne darizandin.

Di çarçoveya helwestên şermezarkirina êrîşa terorîst a li dijî welatiyên kampa Mexmûrê de Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê heman êrîş bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya Meclîsê wiha ye:

“Li ser navê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê, em êrîşa terorîst a li dijî welatiyên kampa Mexmûrê bi tundî şermezar dikin. Banga me ew e ku divê kujer bêne darizandin û êdî siyasetên rêjîma Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û hemû gelên herêmê neyên paşguhkirin û rê li pêşiya destdirêjiya wê were girtin.

Siyaseta ku niha Erdogan dimeşîne diyar dike ku ew ji şewitandina gund û malên wan û siyasetên koçberkirina welatiyên kampa Mexmûrê ji destpêka salên 1990’î ve têr nebûye, tevî ku niha di bin sîwana Netewên Yekbûyî de ne û jiyana xwe ya azad ku ji mirinê afirandine dimeşînin.

Di 6’ê kanûna 2017’an de kampa Mexmûrê rastî êrîşeke terorîst ji aliyê AKP’ê ku sponseriya teror û terorîstan dike hat, nemaze hewl dide tola xwe ji hilweşandina çeteyên DAIŞ’ê li ser destên lehengên azadiyê û rêbaza demokratîk hilîne.

Êrîşa li dijî welatiyên me yên li Kampa Mexmûrê êrîşa li dijî hemû Kurdan e, ev êrîş li dijî destkeftiyên şoreş û felsefeya Demokratîk e û hewl dide derbeyekê li projeya aştî û jiyana hevbeş û hevgirtina niştimanî bide. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokratîk û bi taybet hêzên Kurdistanê hevgirtina xwe xurt bikin. Eger yekîtiya Kurdan hebûya, ti carî Erdogan cesaret nake ku li dijî welatiyên Kurd êrîşan pêk bîne. Divê lidarxistina kongira netewî ya Kurdistanê di demeke lezgîn de were lidarxistin.

Em weke endamên Meclîsa Rêveber û li ser navê welatiyên herêma Efrînê yên berxwedêr soz didin şehîdan ku ti carî xwîna wan li erdê nemîne. Heta kujer neyên darizandin em ti carî bêdeng namînin. Em ê asta berxwedana xwe li gorî rêgezên demokratîk bilind bikin heta ku hemû sîstemên dîktator û desthilatdar li herêmê bêne hilweşandin.

Şehîd namirin, em sersaxiyê ji gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin.”

(jh)

ANHA