Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Efrîniyan çewlika mirîşkan vekirin

EFRÎN – Navenda Geşkirina Aborî ya Kantona Efrînê li gundê Dêrsiwanê yê girêdayî navçeya Şera yekem cihê xwedîkirina mirîşkan bi navê “Rojava”, vekir.EFRIN-SERA-VEKIRNA-PEROJEK-ABORI (3)

Armanc ji vê yekê ew e ku hêk bêhtir werin peydakirin û buhayê wan li bazaran erzantir bibe.

Ev çewlik bi beşdariya rayedarên Navenda Geşkirina Aborî, nûnerên saziyên civaka sivîl û şêniyên navçeyê vebû.

Ji rayedarên Navenda Geşkirina Aborî Nîdal Îbrahîm di vekirina cihê xwedîkirina mirîşkan de wiha axivî: “Em vê yekê hewl bidin ku ambargoya li ser kantonê rakin û buhaya hêk û goşt li bazarê kêm bikin.”

Deriyê vê navendê ji aliyê xizmên şehîdên herêmê ve hate vekirin û durişmeyên serkeftinê hatin avêtin.

(bx/he)

ANHA