Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Efûya Newrozê li Kobanê ket meriyetê

KOBANÊ- Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê biryara Efûya giştî ya ku Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê derxistibû,  erê kir ku li Kantona Kobanê jî bê bicih anîn.FAIZA EBDI

Bi boneya cejna Newrozê Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz a kantona Kobanê Fayîze Ebdî û Nîhad Ehmed biryara efûyê erê kirin.

ʺLi gor hukmên Hevpeymana Civakî û erêkirina Meclîsa Zagonsaz a di rûniştina 18`ê Adara 2017`an de erê kiriye, naveroka wê erêkirina li ser yasayê Efoya Giştî ji tewanên berî dîroka 21`ê Adara 2017`an hatine kirin re ye. Hevserokên  Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Heyva Erebo yasayê hejmar 4ʹan a sala 2017`an erê kirin ku naveroka wê erêkirin li ser qanûna efoya giştî ji tawanên beriya dîroka 21`ê Adara 2017`an hatine kirin.ʺ

Yasaya Efoya Giştî 6 ji 6 madeyan pêk tê

Madeya 1:

Ji tawnên berî dîroka 21`ê Adara 2017`an hatine kirin re efoya giştî

Ji tevahî sizayên cinayî re

Ji tevahî mixalefetan re

Madeya 2:

A cînayetan

Cezaya hebskirina muebed bi cezaya hebskirina 24 salan tê guhertin, divê kesê hukim li ser li gor yasa ji efoyan nehatibe mehrûm kirin.

Ji tevahî cezayên demkî re 3 ji 4 (3/4)hebiskirin dadikevin

Ji tevahî cezayên miebed û demkî yên ku mehkûm bi nexweşiyên bê çareserî ketine re.

Ji tevahî cezayên demkî yên ku mehkûm temenê 65 saliyê derbas dike ji dîroka derketina vê yasaya zagonî ve.

Mebest wesfkirina tawanê cinayetê ye, ne cezayê li ser mehkûme.

Madeya 3:NIHAD EHMED

Ev mersûma Zagonî van tawanan li xwe nagire

Tawanên terorê

Tawanên di yasaya cezayan de hatiye (Tawanên derheqê malbat, adabên giştî û deare).

Tawanên belavkirina madeyên hişberinê û bazirganiya wê

Mehkûmên ji edaletê direvin, lê heger di nava 30 rojan de ji dîroka derketina Efoyê de xwe radest bikin wê demê wan digre.

Mehkûmên destheqên pareyan li ser wan hene û divê bidin, ew nayên berdan heta destheqê li ser xwe didin.

Madeya 4

Ev yasaya Efoyê bandorê li dozgeriya mafê şexsî nake, mehkum nayê serbest berdan heta ku mafê kesayetan dide.

Madeya 5

Desteya Dadê Komîteyeke tibî ava dike da ku kesên sûd ji ehkamê benda 3ʹyan a madeya 2 digrin bên fehis kirin, divê kesê sûd bigre di nava 7 rojan de ji dîroka derketina Efroyê de daxwaznameyê pêşkêş bike.

Biryarên ji Komîteya Tibî derkevin dê ji Hevserokatiya Desteya Dadê ve bê erê kirin.

Madeya 6

Ev yasa di rojnameya fermî de bê weşandin û ji dîroka derketina wê de tê bicih anîn.

 (rr)

ANHA