Têkilî | Derheqê me de
ANHA

El-Herîrî ji Îmarat çû Behrênê

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê hikûmeta Lubnanê yê istîfakirî toreyeke serdanan li kendavê pêk tîne û piştî serdana Îmarat kir berê xwe da Behrên.

Serokê hikûmeta Lubnanê yê istîfakirî Seed El-Herîrî di çarçoveya toreya serdanên xwe li dewletên Kendavê de sibeha Sêşemê ji paytexta Siûdiyê Riyadê ber bi Îmarat ve çû. Li vir bu tacîdarê Ebû Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya. Li gorî malpera El-Musteqbel a Lubnanê tacîdarê Ebû Zebî bi Seed El-Herîrî re têkliyên biratî gotûbêj kirin û El-Herîrî jî rewşa dawî ya Lubnanê jêre vegot.

Li gorî dezgehên çapemeniyê serokê hikûmeta Lubnanê yê istîfakirî ji vir berê xwe daye Behrênê.

Hêjayî gotinê ye istîfaya El-Herîrî hişt ku gelek alî li hemberî vê helwestê matmayî bimînin û hin aliyan diyar kirin ku ew neçar ma istîfaya xwe xwe bide û ew di bin niştecîbûna neçarî de ye, ev yek jî Siûdiyê derewand. Her wiha hin aliyên din jî diyar kirin ku ev tedbîreke Siûdiyê ye da ku zextê li Îranê bike piştî ku serweriya wê li herêmê gelekî zêde bû.

(jh)