Têkilî | Derheqê me de
ANHA

El-Hîlal Şêî mezin dibe, Sûnî hewil didin mezinbûnê rawestînin

ANALÎZ

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Di Rojhilata Navîn de gelek geşedan pêk tên, Îran li aliyekî bi pirojeya xwe ya Şîyî û Dewletên Kendava Ereban û Dewletên din ên islamî ku Amarîka jî piştgiriya wan dike, nûnertiya aliyê sinî dikin. Gelo herdû aliyên ku şerê hev yê dîplomasî û siyasî dikin, dê şerê wan veguhere şerekî leşkerî jî yan na? Gelo wê Amarîka piştgiriya xwe ya ji hêzên opozisyonê ya li başûrê Sûriyê bidomîne, da ku pêşveçûnên Îranê yên di Sûriyê de rawestîne yan na?

Dewleta Îranê hewl dide bi rêya projeya xwe”El-Hîlal Şêî” ku bûye”Bedir” serweriya xwe li Rojhilata Navîn bike. Lê li hemberî vê yekê, cara yekemîne ku dewletên Îsamlî yên Sunî bi serpereştiya Amarîkiya ji aliyek û Dewletên Kendava Ereban (Xelîc) ji aliyekî din ve li hemberî li hemberî projeya”El-Hîlal Şêî” yekîtî, ava kirin.

El-Hîlal Şêî

Têgeha El-Hîlal  Şêî, têgehekî siyasî ye, Qiralê Urdunê Abdullahê Duyemîn Bin Hisên dema serdana xwe li Washington Bost di kanûna 2004`an de bi kar anî.  Qiral tirsa xwe derbarê ketina desthildariya hikumeta Îraqê di destê Îranê de û bi Tehran û Şamê re bibe hevkar, da ku El-Hîlalekî di bin serweriya Şêî de ava bikin û ta bighêje Lubnanê.

Qiralê Urdunê Abdullahî duyemîn tanî anî ziman ku bi derketina Hîlal Şêî li herêmê, pêwîstî bi fikrandina di paşeroja ewlkariya herêmê de bi xwe re tine. Her wiha dibe ku nexşereya berjwendiyên siyasî û aborî ji hinek dewletên herêmê re werê guhartin.

Ji Hîlal bû Bedir

Dema mirov li daxuyaniyên dawî yên hin Fermandarên Şêî li herêmê binêre, diyar dibe ku El-Hîlal bûye Bedir û serkeftina vê yekê gelekî nêz bûye. Qês El-Xizelî ku yek ji beriztirîn Fermandarên Heşd Şêî ye û di heman demê de berpirsê “komên Fesaêl Ehil El-Heq e” diyar kir ku di demekê nêz de wê “El-Hîlal Şêî”yê Îranî wê bibe”Hêvîa Şêî”. Her wiha got:” Bi derketina xwediyê zeman wê hêzên Heris Sorî li Îranê, Huzbellah li Lubnanê, Ensar Ellah li Yemen û Esayêb Ehil El-Heq û birayên xwe li Sûriyê û Îraqê temam bibin û Bedir Şêî werê avakirin li dosa El-Hîlal Şêî.”

Bi vegera li şoreşa Sûriyê ku di 15`ê adara 2011`an de çiroska xwe destpê kir û ji ber destwerdanên derve yên wekî Îran, Tirkiyê, Qeter, Siûdî û Rûsya bû şoreşa çekdarî, em dibînin ku Îran xwedî risteke sereke di aloziya Sûriyê de. Di heman demê de piştgiriya Rejîma Sûriyê kir û nêz bûye ku Hîlal Şêî yan jî Bedir Şêî ava bike.

Piştgiriya Îranê ji Rejîma Sûriyê destpêkê bi pêşkeşkirina şêwermendên leşkerî, paşê perwerdekirina û çekkirina milîsên Şêî û beşdarbûna wan bi awayekî çalak di hemû eniyên şer ên Sûriyê de. Ev yek jî piştî kontrolakirina Helebê ji aliyê Rejîma Sûriyê û derketina Fermandarê Feyleq El-Qudis (Ev Feyleq girêdayî Heris Sorî yê Îranê ye û Amerîkiya wekî piştî bi terorê re nîşan dide) Qasim Suleyman di taxên Helebê yên ku Rejîma Sûriyê kontrol kirine. Ev yek jê tê wateya ku Îranê hêza xwe li herêmê bi cih kiriye da ku planên xwe pêk bîne.

Ji aliyekî din ve jî, piştî ku Rejîma Sûriyê bi kontrolkirina Helebê bi temamî raghand,  Fermandarên Heris Sorî yên Îranê û oldarên Tehranê anîn ziman ku Îranê”Terorên El-Wehabîn”li Sûriyê têk birin.

JI-HEYIVE-BU-BEDIR-QADE ‫(1)‬ ‫‬

Li Îraqê, Îranê dikaribû destkeftiyan bi rêya hikumeta Îraqê ku Şêî rêveberiya wê dike û  ku hevkariya Tehranê ye, bi dest bixista. Ev hevkarî jî di şerê kontrolkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ`ê de derket holê. Niha jî bi hezaran ji şervanên Şêî ku Îranê ew perwerde kiribûn li kêlek hikumeta Îraqê şer dikin.

Her wiha Îran serweriyeke mezin li Lubnanê jî dike. Ev yek jî bi têkiliya dîrokî ya bi Şêiyên li Lubnanê derdikeve holê û di heman demê de destekê dide Huzebllah  ku yek ji hêztirîn tevgerên siyasî û leşkerî li Îranê ye. Huzebllah jî niha li Sûriyê li rex Rejîma Sûriyê şer dike.

Hêjayî gotinê ye di aloziya ku Rojhilata Navîn têre derbas dibe, Îranê cara yekemîn ku  dikarbû serweriya xwe li herêmê zêde kir û ji Îraqê ta Sûriyê û Lubnanê gelek misafet kontrol bike. Ev yek jî serweriya Îranê”El-Hîlal Şêî” ku hêzên Erebî yên Sunî û di serî de Siûdî jê ditirsiya. Ev Hîlal ku hîn temam nebûye, cihê serweriya Îranê, ji Îraqê ta Lubnanê diyar dike.

Di aliyê erdîngarî de jî, Îranê nikarbû Hîlal xwe bighanda hev. Ji ber ku rêya di navbera Sûriyê û Îraqê hîn girtiye û hinek ji wê rê di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de ye û hinek herêmên din jî di bin komên muxalif ên Sûriyê (Muxalifeta Başûr) de ne, ku Amerîkiya ew perwerdekiribûn û di van demê de ew komên navborî ber bi sînorê Urdun-Sûriyê diherikin. Da ku deriyê El-Tenif ê di navbera Sûriyê û Îraqê de kontrol bikin û di çolistana Sûriyê de ber bi Bokemal ve biherikin.

Helwesta navneteweyî û Sunî derbarê belavbûna Şêî

Rûsya û Tirkiyê heta niha derbarê planên Îranê de t helwest nîşan nedan. Mirov dikare bêje Îranê di civînên Astanê de  her du dewlet razî kirine.

Emerîkiya helwesta xwe derbarê planên Îranê de zelal kir û neqebûlkirina xwe bi projeyên Îranê anî ziman. Ev yek jî bi rêya desteka hêzên muxalif li başurê Sûriyê bi çekên pêşketî, dema ku bihêjin herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de li Bokemalê amade be. Armanca Emerîkiya ji vê yekê ew ku projeya Hîlal Şêî ku Îran dixwaze xeta Tehran-Şam-Beyrût ava bike, rawestîne. Her wiha derbeya Emerîkiya dijî hêzên ku Îran serkêşiya wê dike, di 18`ê gulanê de nêzî deriyê El-Tenif a Başûrê Sûriyê, helwesta Emerîkiya bi neqebûlkirina belavbûna serweriya Îranê li herêmê nîşan dide.

Dewletên Îsmalî yên Sunî û Dewletên Kendavê

Dewletên Kendavê bi DYE`yê ve metna”Sînordarkirina ji destwerdanên Îranê li herêmê”di dawiya Lutkeya Kendav-Emerîkiya ku di 21`ê gulanê de bi amadebûna Serokê DYE`yê û Serokên Delwetên Kendavê, îmze kir.

Her wiha Dewletên Ereb yên Sunî bi serperştiya Amerîkiya, di dema serdana Serokê DYE`yê li Siûdî û beşdarbûna wî di Lutkeya ku 55 serokên Dewletên Îsmalî amade bûn, amadekariya avakirina hêzeke ji 34 hezar leşker ji bo şerê li dijî terorê û avakirina Koalîsyona”Rojhilata Navîn a Istratejîk” bi awayekî fermî di sala pêş de. Di heman demê de di Lutkeyê de sînordarkirina belavbûna Îranê li herêmê. Her wiha di Lutkeyê de avakirina navenda (Navînî) ji bo şerê hêzên radîkalî û sînordarkirina serweriya Îranê li Rojhilata Navîn.

Di dawiyê de, gelek pirs wekî, gelo wê şerekî çarenûsî di navbera Îranê ji aliyekî û Dewletên Kendavê û Dewletên Îslamê de  rû bide? Lê tenê ev wekî belgeyên û bîranîna gefan?, Gelo wê Amerîkiya piştgiriya xwe bi hêzên Başurê Sûriyê re da ku serweriya Îranê rawestîne, bidomîne?.

(kc)

ANHA