Têkilî | Derheqê me de
ANHA

El-Maşî: bi saya fikra Ocalan Minbic gihîşt azadiya xwe

Dîmen

Dîmen: El-Maşî: bi saya fikra Ocalan Minbic gihîşt azadiya xwe

KAMÎRAN XOCE

MINBIC – Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Farûq El-Maşî kiryarên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got ku ev helwesta hikûmeta Tirkiyeyê helwesteke “faşîzm” e, her wiha destnîşan kir ku fikr û felsefeya Ocalan nexşeriya çareseriyê û pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêmê ye.

Beriya demekê hin dezgehên çepemeniyê yên Tirkiyeyê hin nûçe belav kirin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de ne aram e, li ser vê yekê gelê Kurd rabû ser piyan û banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêberê xwe kirin. Di çarçoveya helwestên li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Farûq El-Maşî di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re kiryarên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

‘Rêveberiya Minbicê fikra Ocalan a biratiya gelan ji xwe re bingeh digire’

Farûq El-Maşî di destpêka axaftina xwe de got ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê ku ji herdu meclîsên zagonsaz û rêveber pêk tên rêgeza biratiya gelan û netewa demokratîk a fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh digirin.

El-Maşî destnîşan kir ku bi saya fikra Ocalan riya azadiya gelên Bakurê Sûriyeyê hatiye ronîkirin û da zanîn ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê ji bo rêveberiya xwe li ser rêgezên felsefeya Ocalan bimeşîne baldar e û wiha dom kir: “Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê li ser bê bingehê hêvî dike ku gelên herêmê destkeftiyên mezintir bi dest xwe ve bînin.”

‘Em kiryarên Tirkiyeyê şermezar dikin û em bêdeng namînin’

Girêdayî mijara ku agahî ji Rêber Ocalan nayên girtin, El-Maşî got ku dewleta Tirkiyeyê hewl dide bi van kiryarên xwe gelên azadîxwaz ji armancên wan dûr bixîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Azadî layiqî gelên berxwedêr e û Rêber Ocalan azadiyê ji me re dixwaze û em jî li gorî felsefeya netewa demokratîk ku wî pêşniyar kiriye tevdigerin.”

El-Maşî hikûmeta Tirkiyeyê ji ber negirtina agahiyên ji Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Dewleta faşist piştî ku hemû hewldanên wê têk çûn niha dîsa hewl dide bi riya çeteyên xwe êrîşî têkoşîna me bike.”

Divê rêxistinên mirovahiyê zextê li Tirkiyeyê bikin

Farûq El-Maşî bang li rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin û rewşa rêber Ocalan a tenduristî zelal bikin, her wiha bi berpirsyariyên xwe ji bo azadiya wî rabin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Farûq El-Maşî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan ji giştî cîhanê re îspat kir ku bi riya têgeha biratiya gelan ku hemû pêkhateyan diparêze û aloziyên Rojhilata Navîn çareser dike, ew e ku bi riya diyaloga demokratîk pêk tê. Nîşana vê yekê jî Rêveberiya bajarê Minbicê ye ku li ser rêgez û felsefeya Ocalan dimeşe. Bi saya fikr û felsefeya wî em weke welatiyên Minbicê ji tarîtiyê hatine rizgarkirin.”

(jh)

ANHA