Têkilî | Derheqê me de
ANHA

El-Qehtanî nûnerê Tirkiyeyê di Idlibê de ye

ANALİZ

NEWROZ OSMAN

EFRÎN – Destewerdana Tirkiyeyê ya ji nuşka ve li Idlibê hişt ku gelek aliyên siyasî û civakî matmayî bimînin. Her wiha pirsên di derbarê çawa rê ji destwerdana Tirkiyeyê re hate vekirin bêyî ku ti berxwedan li hemberî dagirkeriya wê were kirin derketin holê. Tirkiyeyê dagirkeriya xwe li parêzgeha Idlibê fireh kir û ber bi herêmên parêzgehên Hema û Helebê û herêmên beravê ve diçe.

Diyar e vegotina navê El-Nusra di gelek deman de girêdayî navê El-Colanî bû. Lê hin navên din ku weke El-Colanî belav nebûne hene. serçeteyê bi navê Ebû Mariya El-Qehtanî yek ji van kesan e û weke kesên din di çapemeniyan de behsa wî nedihat kirin. Nav û peywira El-Qehtanî di nava refên El-Nusra de mij ma, heta dema Tirkiyeyê parêzgeha Idlibê dagir kir, senaryoya Tirkiyeyê ya di derbarê Idlibê û giştî herêmê de eşkere bû.EBU SALIH TEHAN

Ebû Mariya El-Qehtanî kî ye û peywira wî çi ye?

Cebhet El-Nusra (ku niha bi navê Desteya Rizgariya Şamê tê nasîn) yek ji komên li rex çeteyên Ehrar El-Şam û artêşa Tirkiyeyê êrîşên xwe li seranserî devera di navbera deriyê sînor Bab El-Selamê yê li devera Ezazê heta herêmên Şehba û bajarê Helebê û li deriyê sînor Bab El-Hewa ya Idlibê de pêk dianîn.

Li gorî hin malperên çapemeniyê û hin çavkaniyan Ebû Mariya El-Qehtanî hemwelatiyekî Îraqê ye û navê wî yê rast Miyeser Bin Elî El-Cebûrî El-Qehtanî ye û bi navê “El-Herarî” ango kujer El-Erar tê nasîn. Bavê wî Elî El-Cebûr El-Qehtanî ye û li gundê El-Resîf yê li Îraqê di sala 1976’an de ji dayîk bûye.

Ebû Mariya El-Qehtanî di serdema desthilatdariya Sedam Hisên de yek ji leşkerên “Fedekarên Sedam” bû, paşê jî di serdema Musab El-Zerqawî de beşdarî nava rêxistina El-Qaîdê ya li Îraqê bû. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê beşdarî nava çeteyên Cebhet El-Nusra ya di bin fermandariya Ebû Mihemed El-Colanî de bû.

Li gorî çavkaniyan Ebû Mariya El-Qehtanî beriya niha Waliyê bajarê Helebê bû û di bin destên wî de nêzî 200 çeteyên perwerdekirî dixebitîn. El-Qehtanî li bajarê Helebê zarokên ku temenên wan di navbera 12 û 13 salî de ne beşdarî nava komên xwe dikirin. piştî demekê di navbera wî û kesekî din ê bi navê Ebû El-Fîda de ku ew jî emîr û fermandarê eniya şîrketa avê ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê nakokî derketin û di envamê de El-Qehtanî ji ser walîtiya Helebê hate rakirin û li şûna wî Ebû El-Fîda hate erkdarkirin. Ebû El-Fîda kesekî nêzî El-Colanî ye.

Ebû Mariya El-Qehtanî heta demekê fermandariya eniya beyara Sûriyeyê û bajarê Tudmirê (Palmîra) kir. Di wê demê de El-Qehtanî malbatên rêjîmê ku di salên 2014-2015’an de dîl girtibûn, bi pereyan serbest berdan, di heman demê de El-Colanî peywendî bi efserên rêjîmê re dikir û pere ji wan wergirtin da ku êrîşî bajarê Miherdê yê girêdayî parêzgeha Hemayê neke.CETEYEN-IDLIB

Ebû Mariya El-Qehtanî di sala 2016’an de tabûreke bi navê Tugaya Xîlafeta Osmaniyan li bajarê Helebê ava kir. Ev tabûr jî beriya dorpêça li ser taxên rojhilatê bajarê Helebê ji aliyê rêjîmê ve hate avakirin.

El-Qehtanî nêzî du salan li parêzgeha Deraayê ma û li dijî “Xewaric” ango rêxistina DAIŞ’ê mijûl bû û civînên cûda lidar xistin da ku artêşekê ava bike û ber bi Dêrazorê ve biçe, lê hewldanên wî bi ser neketin.

Piştî wê rêxistin belav bû û serweriya xwe li ser bejahiyê heta herêma El-Lujat a li nêzî Deraayê kir. Di wê demê de El-Qehtanî danûstandina ti kesî nedikir û tenê peywendî bi koma xwe ya li herêma rojhilat re dikir ku bi temamî beşdarî nava “El-Nusra” nebûne, lê di bin ala wê de tevdigeriyan.

Ebû Mariya El-Qehtanî alîkariya dagirkirina Tirkiyeyê li Idlibê kir

Piştî Deraa El-Qehtanî di çalakiyeke veşartî de berê xwe da Idlibê û gelek alî li hemberî vê veguhastinê matmayî ma. Çalakvanan di wê demê de gotin ku ew derbasî devera Bariz bûye û paşê ji Deraa çûye Idlibê û di vê çalakiyê de hin kesên ji Dêrazorê navbênkarî bi rêjîma Dîmeşqê re kirine. Hin çavkaniyan jî gotin ku navenda Ebû Mariya El-Qehtanî di jêrzemîneke taxa El-Qatircî ya bajarê Helebê bû.

Çavkaniyên ji nava komên nerm ên di Idlibê dem mane ji ajansa me (ANHA) yê re diyar kirin ku Ebû Mariya El-Qehtanî alîkariya Tirkiyeyê di dagirkirina Idlibê de kiriye û di encama vê yekê de parçebûneke giran di nava refên Cebhet El-Nusra de çêbûye.

Heman çavkanî diyar kir ku El-Colanî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Idlibê derketiye û di encamêd e di navbera wî û Ebû Mariya El-Qehtanî de nakokî derketine û got ku alîgirên Ebû Mihemed El-Colanî li nîvê bajarê Idlibê bi cih bûn û alîgirên El-Qehtanî jî li deverên nêzî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de û li ser sînorê bi kantona Efrînê re bi cih bûn.

Rola El-Qehtanî di tunekirina fermandarên El-Nusra yên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê de

Koma Ebû Mariya El-Qehtanî navenda istixbarata Tirkiyeyê ye, di heman demê de Tirkiye ji bo destwerdana Idlibê bike wan bikar tîne. Tişta balkêş di vê mijarê de ew e ku di demeke borî de gelek fermandarên Cebhet El-Nusra ku dijberiya dagirkeriya Tirkiyeyê dikirin hatin tunekirin û di tunekirina wan de rola El-Qehtanî sereke bû. Nemaze El-Qehtanî hemû fermandar nas dikirin û dizaibû kî dijberiya Tirkiyeyê dike. Piştî nakokî di navbera wî û El-Colanî de derketin, El-Qehtanî li rex hin fermandarên din ên weke Ebû Cahid El-Ensarî ji Cebhet El-Nusra veqetiyan.

Hin fermandarên El-Nusra yên hatine tunekirin

Çavkaniyekî taybet ku niha di kampa Atmê ya koçberan a li Idlibê de bi cih bûye diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê bi alîkariya çeteyên girêdayî wê, gelek fermandarên El-Nusra li deverên cûda yên Idlibê kuştin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derketin. Ji van kesan Ebû Telhet El-Urdunî (li Meherdisê ya rojhilatê Idlibê hate kuştin), Hesen Bekor ku bi navê Ebû Ebdilrehman Harûn tê nasîn (li Xanşêxonê hate kuştin), Mustefa Zehrî (li Dana ya bakurê Idlibê hate kuştin).

Li gorî çavkaniyên pê bawer ji ANHA’yê re ragihandin ku çeteyên El-Nusra jî hewl dan fermandarê tabûreke El-Nusra yê bi navê  Ebû Salih Tehan bikujin ku di sala 1987’an de li bajaroka Teftenazê ya Idlibê ji dayîk bûye û beriya du mehan ji çeteyên El-Colanî veqetiyaye.

Hêjayî gotinê ye, radestkirina balefirgeha leşkerî ya Teftenazê ku di bin serweriya çeteyên El-Nusra de bû di meha borî de radestî artêşa Tirkiyeyê hate kirin.

Gelek çavdêr diyar dikin ku ev dagirkeriya Tirkiyeyê li Idlibê hişt ku Cebhet El-Nusra dabeşî du beşan bibe, aliyekî wê alîgirên Ebû Mihemed El-Colanî ne û aliyê din jî alîgirên Ebû Mariya El-Qehtanî ne.

(jh)

ANHA