Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êla Cewala: Ji bo parastina aştiya navxweyî em ê bedelên giranbuha bidin

Dîmen

TIRBESPIYÊ – Di civîneke girseyî de, rola eşîreyan di sîstema federal de hate vegotin. Deşdarên civînê tekezî li ser girîngiya parastina aştiya navxweyî û piştgiriya hilbijartinên federaliyê kirin.TIR BESPI-JAWALAH ZAROKI EM E BIRUMET BIDIN RUMET KIRIN (4)

Bi ensyatîva Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclîsa Sûriyeye Demokratîk (MSD) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh ji rûspiyên êla Cewala re hate lidarxistin. Civîn bi armanca nîqaşkirina sîstema federal û hilbijartinên wê li gundê Um Kerînat ê girêdayî navçeya Tirbespiyê hate lidarxisitn. Di civînê de endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl, Hevserokatiya Kantona Cizîrê Hêva Erebo, ji PYD‘ê Silêman Hisên, endamê Desteya Serokatî ya MSD‘ê Hikmet Hebîb û hejmarek rûspiyên êla Cewala amade bûn.

Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê yek ji rûspiyên êla Cewala bi navê Şêx Ebdulreşîd El-Hemîd ve hate kirin. Şêx Ebdulreşîd bi xêrhatina mêvanan kir û tekezî li ser girîngiya parastina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş kir û wiha anî ziman: “Ciwanên me tevlî refên Yekînteyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeye Demokratîk bûn, her wiha cihê xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de girtin, ev jî erka me ye. gerek em li hember terorê li ber xwe bidin.”TIR BESPI-JAWALAH ZAROKI EM E BIRUMET BIDIN RUMET KIRIN (3)

Şêx Ebdulreşîd El-Hemîd di berdewama axaftinên xwe de banga parastina biratiya gelan kir û wiha pê de çû: “Ji bo parastina vê gulîstana xweşik û bedew ya ku hemû gel tê de jiyan dikin, gereke em bedelên giran buha bidin. Pransîpên netewa demokratîk û biratiya gelan ji bo me ne tiştekî nû ye, lê belê ji bo çareserkirina aloziyê rêbazê herî guncaw e, li ser vê esasî gereke hemû gelên ku li ser vê axê jiyan dikin ji bo avakirina sîstema demokratîbûyînê bixebitin. Em jî beşdarî hilbijartinên demê pêş bibin.”

Di civînê de, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl li ser jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de axivî û wiha anî ziman: “Rexmî aloziya li Sûriyê, ji xirabkirin û wêrankirinê, lê  Bakurê Sûriyê rewş cuda ye. Gelên herêmê hevgirtina xwe xurt kirin, biratiya gelan û netewa demokratîk esas girtin. Em îro li welatê xwe bi azadî û aramî jiyan dikin, her kes dibîne çi bi serê gelê Sûriyê yên li herêmên şer hatiye. Hewldanên çareseriyê ne mumkine. Lê li herêmên me gelê me êdî behsa sîstema federaliyê dike, ji ber ku riya herî guncaw a ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.”

Civîn bi nîqaşên derbarê sîstema federal de berdewam kir.

(bb)

ANHA