Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êlên El-Bûşeban piştgiriya hilbijartinên Federaliyê kirin

KOBANÊ – Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê bi êlên El-Bûşeban ên li başûrê herêma Sirînê bi cih dibin, re civiya.KOBANE-ELEN-EREBA ‫(128516609)‬ ‫‬

Rêveberiya Xweser bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ya Sûriyê bi êlên El-Bûşeban re civiya û ew vexwendin beşdariya hilbijartinên komînan.

Civîn li gundê Xişxaşa ya mezin a dikeve başûr rojavayê herêma Sirînê hat lidarxistin û êlan xwarin ji nûnerên Rêveberiya Xweser re amade kir.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Mislim, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Feziyê Ebdî û Fermandarê QSD′ê Ferhan Hac Îsa axivîn.KOBANE-ELEN-EREBA ‫(128516610)‬ ‫‬

Di axaftinan de, bal hat kişandin ser pêşveçûna şervanên QSD′ê li başûrê Kantona Hesekê ber bi çemê Firatê ve û serkeftinên ku QSD′ê li Reqayê bi dest dixin.

Di berdewama axaftinan de hat gotin ku ji bo ewlehiya herêmê pêwîstî bi hevgirtina gelên herêmê heye. Her wiha hat destnîşankirin ku tenê rojek ji hilbijartinên komînan re maye û hat gotin ku serkeftina herî mezin beşdariya jinê ye.

Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku hemû komployên li dijî gelê herêmê, bi saya berxwedana QSD′ê bin ketin.

Piştî axaftinan, êlan xwarin pêşkêşî mêvanan kirin û piştgiriya xwe bi hilbijartinên Federaliyê re nîşan dan.

(mm)

ANHA