Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êlên Ereban: Federalî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye

Dîmen

AMÛDÊ – Şêwirmendên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Bedran Çiya Kurd got: “Alziya Sûriya kete sala xwe ya heftemîn, alîyên ku qaşo dixwazin vê aloziyê çareser bikin, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe tevdigeriyan û gelê kurd ji bîr kirin.” Rûspiyên ereban jî diyar kirin ku ew piştgiriya federaliyê dikin û wekî çareya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi nav kirin.AMUDE-PISTI-6-SALA-DIYAR-BU-KU-FEDRALI-CARESERYA-YEKEMINE2

Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM‘ê ya Kantona Cizîrê bi armanca nirxandina geşedanên dawî di warê siyastî û leşkerî de, civîneke ji rûspiyên êlên ereb ên kantonê re lidar xist.

Civîn li Eywna  Beylesan a bajarê Amûdê hat lidarxistin û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala TEV-DEM û pankartên bi nivîsa” Heqîqet eşqe û eşqe jiyana azad e” hatibû xemilandin.

Di civînê de, Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Bedran Çiya Kurd, Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM‘ê ya Kantona Cizîrê Ebdulselam Ehmed û rûspiyên êlên Milhim, Memas, Cibûr, Zubeyd, Cewala, Miamira, El-Dermemkê, Şemer, EL-Yesar, El-Bû Xidir, El-Selafî, Ebû Selah, El-Melhemî, El-Mûşahida, El-Raşid, Aşûrî û êla Feraîna amade bûn.AMUDE-PISTI-6-SALA-DIYAR-BU-KU-FEDRALI-CARESERYA-YEKEMINE1

Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Hevserokê Komîteya Tekiliyên Giştî ya TEV-DEM‘ê Ebdulselalm Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û armanca civînê ku dê geşedanên dawî li ser asta herêmî û cîhanê û destwerdana Tirkiyê ya di xaka Sûriyê  bêne nirxandin, da xuyakirin.

Paşê Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Bedran Çiya Kurd bi xêrhatina beşdaran kir.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku aloziya Sûriya kete sala xwe ya heftenîm û hêjî didome û wiha dom kir: “Gelek civîn qaşo ji bone dawîkirina vê aloziyê çêbûn, lê hemû bi ser neketin. Aliyên ku civîn pêk dianîn ji bo parastina berjewendiyên xwe tevdigeriyan û beyî ku rewşa gelê Sûriyê ber çavan derbas bikin.”AMUDE-PISTI-6-SALA-DIYAR-BU-KU-FEDRALI-CARESERYA-YEKEMINE3

Çiya Kurd bal kişand ser destwerdana siyastên derve û got: “Ejandeyên siyasî û leşkerî destwerdanê dikin û aloziyê kûrtir dikin. Hewl didin Sûriya parçe bikin. Delweta Tirk ciwanên Sûriyê ku koçberî Tirkiyê bûne, bi çek dikin da ku şerê Sûriyê bikin û di encamê de dagirkeriya xwe ya ji box axa Sûriya hêsan bike.”

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de daxuya kirin ku dewleta Tirk dixwaze tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê derbixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk bûye lêvgera sereka û îdeolojiya hemû rêxistinên terorîst û radîkal mîna DAIŞ û El-Nusra. Hewl dide serdema Osmaniyan ya kolekirina gelên herêmê vejîn bike.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrîşên çeteyên PDK-AKP‘ê yên li ser Şengalê destnîşan kir û got: “Kesên ku êrîş birin ser Şengalê, ji Rojava ne ji aliyê PDK‘ê û îstîxbarata Tirkiyê ve hatin perwerdekirin. Armanca ji van êrîşan ew e ku nakokiyan di herêmê de derbixe û xweseriya Şengalê têk biçe.”AMUDE-PISTI-6-SALA-DIYAR-BU-KU-FEDRALI-CARESERYA-YEKEMINE4

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên Sûriyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke federal tevbigerin.

Piştî axaftina Bedran Çiya Kurd rûspiyan jî derbarê mijarê de nirxandinên xwe anî ziman û piştgiriya xwe ya bi sîstema federaliya demokratîk re anîn ziman û tekez kirin û federalî çareya herî guncaw e.

Civîn bi nîqaşan didome, tê payîn ku di dawiyê de encamên wê bi daxuyaniyeke werin eşkerekirin.

(bb)

ANHA