Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êlên Reqayê: Em ê di bin sîwana MSD`ê xwe birêxistin bikin

EYN ÎSA- Rûsipiyên herêma Reqayê amadekarî dikin ku Reqayê piştî rizgarkirine birêxistin bikin û gotin em ê di bin sîwana Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) xwe birêxistin bikin.EYN ISA-MILTEQA (1)

Rûsipiyên êlên herêma Reqayê (ereb, tirkmen û kurd) amadekariyên xwe dikin ku piştî Reqa rizgar bibe, xwe birêxistin bikin. Duh li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî herêma Firatê li hevdû kom bûn. Rewşa civakî û rêxistinî ya Reqayê nirxandin.

Di şêweriyê de Komîteya têkiliyan a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Komîteya Têkiliyan a QSD`ê, hejmareke mezin ji êla (El-Cîs, El-bosraya, El-Sexane, Elbo-Esaf, Elbo-Hemîd, El-Amir, Bo-Şeyan, Efadile, El-Mûsa, El-Xanim El-Zahir, El-Gewatî, El-Berîc, El-Xol, El-Cemase, El-Becrî El-Kerame, El-Şeîb û El-Kiwêder), Hevseroka MSD`ê Ilham Ehmed, Berdevkê QSD`ê Telal Silo, berdevka Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, şandeya Fedraliya Bakurê Sûriyê, şandeya herêmên bakurê Sûriyê û saziyên sivîl tevlî civînê bûn. Her wiha şêniyên herêmê jî tevlî civînê bûn.EYN ISA-MILTEQA (3)

Di şêweriyê de avakirina meclîs û desteyên Reqayê hate nîqaşkirin. Di şêweriyê de hat ziman ku pêkhateyên herêmê destûr nadin ku kesek fitin û fesadê têxin navbera wan de, ew ê bi hev re li hemberî hemû komployên li ser herêmê rawestin.

Şêniyên herêma Reqayê ku li benda rizgarkirina herêma xwe ne anîn ziman ku rizgarkirina Reqayê nêz bûye û roja EYN ISA-MILTEQA (4)rizgarkirina Reqayê bi roja `vejîn û dawî li tarîtiyê hatin` bi nav kirin.

Têkildarî rêxistinkirina Reqayê beşdarvanên şêweriyê gotin ku ew ê herêma xwe di bin sîwana MSD`ê de birêxistin bikin û Meclîsa Sivîl a Reqayê berfereh bikin.

(np)

ANHA