Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ElÎ Betal: Piştî Idlibê qonaxeke nû destpê dike

DILYAR CEZÎRÎ-ALVA OSÊ

NAVENDA NÛÇEYAN– Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Elî Betal da zanîn ku serkeftinên li Bakurê Sûriyê hemû pîlanên dewleta Tirk vala derxist û da zanîn ku wê piştî Idlibê qonaxeke nû destpê bike û hemû hêz wê hesabên xwe ji nû ve dîzan bikin.

Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Elî Betal derbarê destwerdana dewleta Tirk a di şoreşa Sûriyê de bersiva pirsên ajansa me (ANHA) da. Betal di destpêka axaftina xwe de got ku ji destpêka şorşa Sûriyê ji her kesî re diyar dibe ku hikûmeta Erdgoan dixwaze li Bakurê Sûriyê di navbera pêkhateyan de tevliheviyê derbixe û wiha dom kir: “Dixwaze herêmên tanpon ava bike. Lê aştiyaniya şoreşê li Bakurê welat hemû pîlanên Erdogan ên qirêj vala derxistin.”

‘Erdgoan ditirse!

Betal derbarê hewldanên Erdogan ên dagirkirina Idlibê jî got ku tirsa wan ji wê yekê ye ku kantonên Rojava bighêjin hev û wiha dom kir: “Ji ber dema ku kurdên Sûriyê destkeftiyan bidest bixin, wê ev yek bandorê li doza kurdî ya Tirkiyê jî bike. JI ber vê yekê dewleta Tirk piştî bê dengiya Rûsiya bidest xist, ji bo dagirkirina Idlibê kar dike. li ser vê mijarê bi Rûsan re lihevkirine.”

‘Tirkiyê û Îran jî lihev kirine

Elî Betal da zanîn ku dewleta Tirk di vê mijarê de bi Îrana ku metirsîna wê jî li ser doza kurd heye re lihev kirine û wiha dom kir: “Li Îranê jî bi milyonan kurd li ser xaka xwe ya dîrokî jiyan dikin. Bî vî şêwazî dewleta Tirk herdû hevkarên herêmên kêmkirina şer ên li Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe re qezenc kirin. Ev yek herî herî zêdeî li herêmên kêmkirina şer ku di encama danûstinên Astana û deverên din de hatin nîqaşkirin, pêk hat.”

Dewleta Tirk ji van hemû pîlanên xwe hewl dide Bakurê Sûriyê di aliyê ewlekarî, aborî û siyasî de bixe bin bandora xweû wiha dom kir: “Ji her cihê wê yê cografî pir stratejîke û aliyê wê yê rojava dighêje ser deryayê. Kurbûna wê jî başe. Hemû siyasetên Tirkiyê yên di Sûriyê de têne kirin, di vê çarçoveyê de ne. Ji ber vê yekê jî dixwaze ezmûna demokratîk a li Bakuêr Sûriyê ku bûye finda çareseriya li tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn û çareserkirina hemû pirsgirêkên wê ye, têk bibe.”

Betal, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo vê yekê dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê mayînde bike û wiha dom kir: “Tirkiyê dixwaze li Idlibê, Cerblus û Ezazê noqteyên xwe yên leşkerî saz bike, wiha jî Efrînê bixe çemberê û hêzên kurdî û hêzên şoreşger ên di bin sîwana QSD’ê de tevdigerin li Şehba û Efrînê lawaz bike. Şerê dewleta Tirk bi armanca hêviyên azadîxwaz ên gelê kurd ku ne li derveyî peymanên navdewletî ne. ew dixwazin hêzên kurdî tune bikin. Li ser vî esasî bi gelek aliyan re hevkariyan dike da ku şerê pirojeya gelê kurd a li ser esasê biratiya gelan û Fedraliyê pêk tê. Em jibîr nekin ku serekftina vê sîstemê wê bandora wê ya erênî li ser doza kurd a li Tirkiyê jî hebe, ew ê jî doza fedraliyê li herêmên xwe bikin. Ew ditirsin hêzên QSD’ê bighêjin deryayê û çek û cebilxane ji wir bighêjin wan.”

Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Elî Betal di berdewama axaftina xwe de jî da diyarkirin ku dewleta Tirk piştî QSD’ê Reqayê rizgar kirin lez da tevgera xwe ya dagirkirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk ditirse ku QSD’ê piştî Reqa xilas kir riyekê di navbera Efrîn û Derya Spî vebike. Hemû tiştên ku dewleta Tirk di bin bavê piştgiriya bi gelê Sûriyê pêk tîne û vekirina kampên koçberan, tenê di çarçoveya pêkanîna pîlan û pirojeyên xwe yên dagikirinê û Mîsaqa Milî ya dema Osmaniyan pêk tîne.”

Piştî şerê Idlibê wê çi bibe?

Elî Betal îşaret bi şerê Idlibê jî kir û got ku dê bandorê pêşketinên li Idlibê di aliyê jiyosiyasî û leşkerî jî li Bakurê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyê bike û wiha dom kir: ” Pêşketina li Idlibê dê bandorê li Bakurê Sûriyê û herêmên din jî bike, di Idliê de wê qonaxa ji nû ve dîzankirina hesabên hemû aliyan ve be.Dê bibe qonaxeke şerên navxweyî jî, her wiha lihevkirina di navbera hêzên mezin de be, ihtîmala mezin ku hêzên mezin biryarên xwe bidin da li Sûriyê şerê hev nekin.”

Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Elî Betal di dawiya axafitna xwe jî got ku herêm ber bi qonaxa  tevliheviyan û hevkariyên nû ve her wiha got: “Di vê demê de îtîfaqa ku mafê û hêviyên gelê Bakurê Sûriyê pêk bîne wê serbikeve. ez texmîn dikin ku ev qonax herî zêde wê dema  serkeftina hêzên niştimanî yên demokratîk.”

ANHA