Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Elî Halo: Em ji bo piştgiriya Efrînê hatin, lê wan piştgirî da me

Dîmen

EKREM BEREKAT- NARÎN EMÎN

EFRÎN– Serokê şandeya Perlamantoya Başûrê Kurdistanê Elî Halo got ku armanca wan ji serdana Efrînê piştgirya berxwedana gelê wê ye û ev tişt anî ziman: “Em nikarin tu nameyan ji xelkên Efrînê re bişîn in, tenê em dikarin bejna xwe bi rêzdarî li ber berxwedana wan bitewîn in. ji ber di dîrokê sernavekekî berxwedanê di dîroka gelê Kurdistanê de nivîsandin.”

Elî Halo di axaftina xwe de her wiha da zanîn ku pêwîste Kongreya Netewî ya Kurdistanê dû zûtirîn dem de were lidarxistin, da ku rê li ber pêkanîna komkujiyên nû li dijî gelê kurd were girtin. Endamê Perlematoya Başûrê Kurdistanê ji parity PDK’ê Elî Halo tevlî şandeya parlemantoya Başûrê Kurdistanê serdana herêma Efrînê kiriye da ku rewşa berxwedana li wir li dijî êrîşên Artêşa Tirk bişopîn in.

Elî Halo derbarê serdana xwe û berxwedana li Efrînê dîtine prisên ajansa me (ANHA) bersivandin.

*Gelê kurd di qonaxeke hesas re derbas dibe, divê hêz û partiyên kurdî di vê demê de çawa tevbigerin?

Di vê qonaxa hesas ku Kurdistan bi giştî û herêma Efrîn bi taybet tê re derbas dibe. Efrîn bi balafiran tê bombebarankirin, her wiha bi top û çekên herî giran tê topbarankirin, hêza duyemîn a NATO yê dewleta Tirk êrîşan li dijî Efrînê pêk tîne. Êrîşa dagirkerên Kurdistanê li ser gelê kurd pêk tê. Beriya Efrînê refuranduma li Kurdistanê pêk hat, bajarê Kerkûk û herêmên din ên Başûr ji aliyê Îraqê ve hate dagirkirin, her wiha li Bakur jî bûyerên kuştin, girtina perlemanter û çalakvanên siyasî pêk hat, li ROjhilat jî davekirina kurdan rojane heye.

Di vê dema heyî de dewletên ku Kurdistanê dagirkirine, dixwazin gelê kurd tunebikin, li kur kurd hebin hemleyên tunekirinê derheqê wan de tên. Ev jî rastî bêdengiya civaka navdewletî ku îdaa dikin mafê mirovan diparêzin û demokrasiyê diparêzin.

Heger partiyên siyasî û rêxistinê nkurd li tevahî KUrdistanê xwestin bi rumet û azadî jiyan bikin û carke din dîroka bi êş li gelê kurd venegere, divê nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û yekîtiya xwe ji hebûna gelê kurd biparêzin.

Divê hemû hêz û partiyên siyasî yên kurd û rêxistinên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya Efrîn û berxwedana wê ya dîrokî bikin. JI ber di vê demê de pêwîstiya Efrîn bi alîkariyên madî û menewî heye. JI ber Efrîn ji aliyê rêjîmê, Dewleta Tirk; DAIŞ, Cehbet El-Nusra û Komên din ên çekdar ve di çemberê de ye, ev çember ne ji niha ve ye, ev 7 sal in çember li ser herêmê hatiye ferizkirin.

Ji ber wê kîjan partî û rêxistinên Kurdistanê ên dixwazin navê xwe di dîrokê de qeyd bikin, divê piştgiriya berxwedana Efrînê bikin.

*Gelo dem ne hatiye ji bo Kongreya Netewî were lidarxistin?

Dema lidarxistin Kongreya Netewî ya Kurdistanê gelekî dereng maye. Divê di zûtirîn dem de were lidarxistin. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî û hêzên Kurdistanî yên her çar parçeyên Kurdistanê bi lez bikevin tevgerê ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê.  Divê komîteyên wê zû bikevin piratîkê ji bo careke din komkujiyên wekî 2014’an a Şengalê, her wiha Bûyerên wekî Kerkûkê û niha Efrînê careke din li dijî gelê kurd pêk neyên.

Em di qonaxeke hesas û zehmet re derbas dibin, divê hemû hêzên kurdî hevgirtina xwe xurt bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji ber serkeftina gelê kurd bi hevgirtin û yekîtiya wan e.

*Hûn berxwedana Efrînê çawa dinirxînin? Çavkaniya vê berxwedanê çiye ?

Ez berxwedana Efrînê pîroz dikim. Wekî vê berxwedanê di dîroka cîhanê de pêk ne hatiye. Di dîrokê de behsa berxwedana Vêtnamê û Stalîn Girad dikin, lê berxwedana Efrînê bingeha wê heye. Ew herêm wekî Efrînê di çemberê de neman, Efrîn ev çend sal in di çemberê de ye, navlêkirina Berxwedana SErdemê di cihê xwe de ye.

Çavkaniya vê berxwedanê ji dîroka gelê kurd û berxwedana wan a dîrokî pêk tê, ji berxwedana dîrokî û hemû şehîdên Kurdistanê pêk hatiye.

*Di nerîna we de çime Tirkiyê êrîşeke wiha hovane li dijî herêma Efrînê dide meşandin?

Her kes dizane ku dewleta Tirk êrîşî hebûna gelê kurd dike, li kube ev hebûn rastî êrîşên Artêşa Tirk tê. Dewleta Tirk bi yek alê û yek netewî bang dike, ev zihniyeta wê ya kev ne, ev zihniyet xizmeta gelê Tirkiyê jî nake, ji ber vê zihniyetê gelek wêranî û şewat di herêmê de pêk hatiye.

*Wekî şandeya Herêma Başûrê Kurdistanê hûn hatin Efrînê peyama we ji vê serdamê çiye?

Di destpkê de me xwest em li kêleya birayên xwe yên Efrînê bibin. LÊ tişta bala me kişand ew bû ku bi berxwedana xwe piştgirî dan me. Armanca me ya sereke ew ku em pişgiriya siyasî û madî ji birayên xweyên Efrînê û Rojava re pêşkêş bikin. Dengê berxwedana zarok û dayîkên Efrînê ku rojane bi çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve têne qetilkirin bighînin cihanê. Ev êrîş pêk tê û hemû cîhan bê deng e.

*Peyama we ji xelkên Efrînê bi teybet û tevahî Kurdistanê re çiye?

Em nikaribin peyamê bidin xelkên Efrîn bi tenê, Lê em dikarin li ber berxwedana wan a bi rumet bejna xwe bitewîn in. Ji ber ku wan di rûpelên dîrokê de sernavekî nû di dîroka gelê kurd û Kurdistanê de nivîsandin. Gelê Kurdistanê bi vê berxwedanê serbilindin. Banga min ji gelê Kurdistanê re jî ku yekîtiya xwe xurt bikin û li dor Efrîn û gelê wê bibin yek.

(dc)

ANHA