Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Elmanya daxwaza firotina çekan a ji bo Tirkiyê red kir

NAVEND NÛÇEYAN – Elmanyayê ragihand, Tirkiyeyê ji destpêka sala 2016’an û vir ve 11 caran xwestiye çekan ji wan bikire, lê belê bi sedema ku ji bo pirsa Kurd û kêşeyên navxweyî tepeser bike bi kar tîne, ev daxwaza Tirkiyeyê hatiye redkirin.

Wezîrê Aboriyê yê Elman di bersiva pirsnameya wekîlê Partiya Çepgir Jan van Akend de ev agahî erê kir.

Wekîlê Partiya Çepgir Jan van Akend têkildarî bazirganiya a çekan a di navbera Tirkiye û Elman de pirsnameyek da hikûmeta federal. Pirsname ji hêla Wezareta Aboriyê ve hate bersivandin.

Li gorî bersiva Wezaretê serlêdana Tirkiyê ya ji bo çekên sivik, cebilxane û malzmeyên din ên çekan nehatiye qebûlkirin.

Musteşarê Wezaretê Matthîas Machînîng di bersivê de diyar kir ku rewşa binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê di vê biryarê de bûye xwedî ristekî girîng. Di bersivê de hate gotin hikûmeta Elman metirsîdar e ku ji hewldana darbeyê ve Tirkiye van çekan ji bo tepesekirina pirsa Kurd û kêşeyên navxweyî bi kar bîne.

Têkildarî mijarê Wekîlê Partiya Çepgir Van Aken ji medyaya Elman re axivî, diyar kir ku ew ji biryarê pir dilxweş in û got: ‘’Gava din a piştî vê divê bi wî rengî be ku êdî Elmanya qet çekan nefiroşe Tirkiyê.”

Aken diyar kir ku hikûmeta Tirk welatê xwe û Sûriyê dikişîne şer û gav bi gav ber bi dîktatoriyê ve diçe.

Hikûmeta Elman bi piranî firotina çekan a ji bo endamên NATO û YE’yê dipejirîne. Tenê di rewşên awarte de û ji ber sedemên siyasî dikare qebûl neke. Ji bo vê jî rewşeke awarte ye ku firotina çekan a ji bo Tirkiyê were sînordarkirin.