Têkilî | Derheqê me de

`Em bang li ciwanan dikin ku xwe ji madeyên hişbir biparêzin`

MEDYA HENAN-NESRÎN EBDÎ

QAMIŞLO – Ciwanên ku ji aliyê şebekeya bazirganên madeyên hişbir ve hatibûn xapandin destnîşan kirin ku bazirganên madeyên hişbir civak xira dikirin û bang li ciwanan kirin ku xwe ji madeyên hişbir biparêzin û jê dûr bimînin

Ciwanên ku ji aliyê şebekeya bazirganên madeyên hişbir ve hatibûn xapandin, ji ANHA`ê re axîvin.

إ ح

Ciwanê bi navê (I. H.) ê 17 salî ji taxa Mehmeqiyê ya bajarê Qamişlo ye. Piştî ku têkiliya wî bi bazirganên madeyên hişbir ê taxê re çêdibe destbi kişandina madeyên hişbiriyê dike û ev bûye 3`ê sal ku madeyên hişbir dikişîne.

(I. H.) anî ziman ku wî tenê yek giram madeya hîrewîn bi 11 hezar L.S dikirî û wiha pê de çû:ʺ Ji ber ku madeyên hîrewîn gelekî bihabûn, pereyên min têrê nedikirin. Bazirganan jî ev firset dîtin û ez xistim nava bazirganiya madeyên hişbir. Êdî min bi xwe jî destbi bazirganiya madeyên hişbir kir.ʺ

ع ط

Ciwanê bi navê (E.T.) jî yê 23 salî yek ji ciwanên ku ji aliyê bazirganên firotina madeyên hişbir hatiye xapandin û got:ʺ Ez ji taxa Elaya me û ji hevalên xwe yên têkiliya wan bi şebeke re hebû fêrbûm. Min ji bo yek carê bi 3 hezaran L.S madeyên hişbiriyê dikrî.ʺ

ع ح

(E.H.) ê 22 salî jî ev bûye 9 meh ku madeyên hişberiyê dikşîne. Ew ji bo madeyên hişberiyê bikire dest bi dizî dike û ev tişt got:ʺMin ji pereyên xwe madeyên hişberiyê dikirîn û dema ku têra min nedikir min dizî dikir û madeyên hişberiyê dikirîn.ʺ

(E.H.) bang li bazirganên firotina madeyên hişbir kir ku dev ji van kiryarên xwe yên civakê xira dike, berdin û wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺEz bang li ciwanan dikim ku xwe ji madeyên hişbir biparêzin û jê dûr bimînin. Ez niha poşmambûme ku min dest bi kişandina madeyên hişbir kir. Hêzên Asayîşê jî bi me re bûn alîkar û bazirganên firotina madeyên hişbir binçavkirine, em wan spas dikin.ʺ

Hêzên Asayîşê şeva 17`ê mehê li hemberî bazirganên firotina madeyên hişbir dest bi operasyonekê kiribûn. Operasyona wan heyanî sibehê berdewam kir û di encamê de 46 mêr û 6 jin hatin binçavkirin.

(np)

ANHA