Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Em ê bi hevgirtina xwe komploya li dijî Efrînê têk bibin’

FÎDAN EBDULLAH – ZOZANA DADO

EFRÎN – Welatiyên Êzdî yên gundê Feqîra yê girêdayî devera Cindirsê êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li dijî Efrînê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dagirkeran ji van êrîşan têkbirina hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de ye û wiha got: “Dest bi dest em komployên li dijî Efrînê û welatiyên wê têk bibin”.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çile ve hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dikin. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Girêdayî mijarê welatiyên Êzdî yên gundê Feqîra yê devera Cindirêsê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiya bi navê Sebîha Nasir destnîşan kir ku bi destpêkirina êrîşên li dijî herêma Efrînê hebûn û rola rêxistinên mirovahî û mafên mirovan ên navnetewî neman û wiha anî ziman: “Tevî hemû hovîtiya dagirkeran li dijî gundên sivîlan, binesaziyên xizmetguzarî yên herêmê û mezarên şehîdan evan rêxistinên navnetewî hêjî bêdeng in.”

Sebîha Nasir diyar kir ku ew weke dayîkên aştiyê dê veguherin topên agir û hemû pilan û komployên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrîn bişewitînin û da zanîn ku dê têkoşîna xwe li ser riya şehîdan berdewam bikin û alîkariya xwe bi şervanên YPG’ê û YPJ’ê re heta dawî bidomînin.

Welatiyê bi navê Ilyas Birîm êrîşên dagirkeran li dijî welatiyên Efrîn bi tundî şermezar kirin û got ku Tirkiye bi van êrîşên xwe hemû pîvan û nirxên mirovahiyê binpê dike û wiha anî ziman: “Erdogan her çiqas hovîtiya xwe li dijî me dijwar bike, em ê ewqasî berxwedana xwe bilind bikin û em ti carî dest ji axa bav û kalên xwe bernadin.”

Ilyas Birîm got ku herêma Efrînê di serdemên borî de rastî gelek êrîşan hatiye lê di encama berxwedana welatiyan de hebûna xwe parastin û wiha domand: “Em ji pêkhateya Êzdî ne û bi biratî li rex pêkhateyên din bi sedan salan jiyan dikin û bi saya hevgirtina di navbera pêkhateyan hemû êrîşên li dijî herêmê hatine têkşikandin.”

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Xelîl Ilyas got ku armanca Tirkiyeyê serweriya li ser xêr û bêrên herêma Efrînê ye û hemû îdîayên wan dûrî rastiyê ne û Tirkiye di van êrîşên xwe de gelek komkujî li dijî welatiyên sivîl pêk anîn û xwe di paş perdeya ola Îslamî de vedişêre, lê ti girêdana wan bi ola Îslamî re tune ye.

Xelîl Ilyas got ku çi dibe bila bibe ew dest ji axa xwe bernadin û dê berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê berdewam bikin.

Welatiya bi navê Fîdan Xelîl êrîşên dagirkeran li dijî welatiyên Efrînê şermezar kirin û got ku evan îdîayên dagirkeran ku dibêjin terorîst li herêmê hene dûrî rastiyê ne û armanca wan ji van îdîayan tenê dagirkirina herêmê ye. Fîdan Xelîl got ku daxuyaniyên ji aliyê AKP’ê ve derdikevin piştrast dike ku hêzên wê li hemberî berxwedêran têk çûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca sereke ya hikûmeta Erdogan ji van êrîşan têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava ye û hewl dide nasnameya Kurdî tune bike.”

(jh)

ANHA