Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Em ê herêmên rizgarkirî yên  Reqqa birêxistin bikin’

WARŞÎN SALIH-DILÎŞAN ÎBIŞ

REQQA – Endamên Meclîsa Sivîl a Reqqayê destnîşankirin ku ew ê dest bi rêxistinkirina şêniyên gundên Reqqayê yên hatine rizgar kirin, bikin û pêdiviyên xizmetguzariyê yên gel pêk bînin.

OMER -EL-XEMR'

Endamên Meclîsa Sivîl a Reqqayê û Şêxê êlên bajarê Reqqayê Omer El-Xemirî û Celal El-Eyaf derbare girîngiya avakirina Meclîsa Sivîl a Reqqayê û xebatên ku wê di rojên pêş de bide meşandin ji ANHA`ê re axivîn û wiha gotin: ʺAvakirina Meclîsa Sivîl a Reqqayê ji bo dijminên Bakurê Sûriyê peyamekî xurte û piştî Reqqarizgar bibe em ê xebatên xwe ferehtir bikin.ʺ

El-Xemirî di despêka gotinên xwe de avakirina Meclîsa Sivîl a Reqqayê li tevahî şêniyên herêma Reqqayê pîroz kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: ʺBi saya şervanên QSD`ê û şehîdan me Meclîsa Sivîl a Reqqayê ava kir. Meclîs ji bo rêxistinkirin û avakirina Reqqayê dê bixebite û xizmeta pêkhateyên herêma Reqqayê bike.ʺ

El-Xemirî di berdewama axaftina xwe de wiha got: ʺAvakirina Meclîsa Sivîl a Reqqa ji bo kesên dijminatiya gelan û Bakurê Sûriyê dikin, peyameke xurte.ʺ

CELAL-EL-EYAF

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqqayê Celal El-Eyaf ji bo roja raghandina avakirina Meclîsa Sivîl a Reqqayê wiha got: ʺEm di vê pêvajoyê de rojên pîroz dijîn. Hemû pêkhateyên herêma Reqqayê li hevdû civiyane, ji bo rêvebirina herêma Reqqayê nîqaş dikin û dê bi yek nêrînê herêma xwe birêvebibin.”

El-Eyaf ji bo xebatên Meclîsa Sivîl a Reqqayê ev agahî da: ʺHeyanî ku herêma Reqqayê rizgar bibe, em ê xizmeta şêniyên gundên Reqqayê yên hatine rizgarkirin bikin, wan birêxistin bikin û pêdiviyên wan pêk bînin. Piştî ku herêma Reqqayê rizgar bibe dê xebatên Meclîsa Sivîl a Reqqayê ferehtir bibe.ʺ

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqqayê Celal El-Eyaf di dawiya gotinên xwe de got ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê bixebitin û erka xwe ya weke meclîs pêk bînin.

(np/dc)

ANHA