Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Em ê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomîn in’

Dîmen

Dîmen: ‘Em ê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomîn in’

KADAR ÎBREHÎM

TIRBESPIYÊ – Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava yên tevlî meşa dirêj a ber bi Qamişlo ve bûne diyar kirin ku ew ê heta dawiyê bi hemû hêzaên xwe ji bo azadiya Ocalan tekoşînê bikin.HILAZ SEXMUS

Ciwanên Yekîtiya Rojava duh ji ewlekarî û tenduristiya Ocalan ji bajarê Tirbespiyê meşa dirêj dan destpêkirin. Ciwan ber bi Qamişlo ve ketin rê û dest bi meşê kirin. Ciwanên ku tevlî meşê bibûn derbarê rewşa Ocalan û çalakiya xwe de axivîn.

Ciwana bi navê Hêlaz Şêxmûs ji navçya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê tevlî meşê bû. Hêlaz derbarê çalakiyê de axivî û wiha got: “Em ê bi israr çalakiyên xwe yên ji bo diyarkirina rewşa Rêberê xwe de bidomînin. Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku azadiya Ocalan azadiya fikrê me ye.”RIDAWAN HISEN

Endamê Yekîtiya Ciwanên Ereb yê Qamişlo Ridwan Husên ku tevlî meşê bûye jî got ku ciwanên ji hemû pêkhateyan tevlîçalakiyê bûn û wiha dom kir: “Çalakiya me ji bo diyarkirina rewşa tenduristî ya Ocalan pêk hatiye. Em ji raya giştî ya cîhanê re dixwazin ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin ku rewşa Rêbertiyê di zûtirîn dem de diyar bibe.”

Ciwana bi navê Cîhan Yûsif a ji bajarê Hesekê destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan bidomînin û wiha got: “Divê hemû raya giştî ya cîhanê baş

JIYAN YUSIFbizane ku ciwanên Rojava dê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan bidomînin. Divê saziyên mafê mirovan û bi taybet ên rewşa girtîgehan lêkolîn dikin ku erka xwepêk bînin û di zûtirîn de dem de rewşa Rêbertiyê lêkolîn bikin.”

(dc)

ANHA