Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Em ê ji bo dewlemendkirina çanda herêmê bixebitin’

Dîmen

Dîmen: ‘Em ê ji bo dewlemendkirina çanda herêmê bixebitin’

SOZDAR WEQAS

QAMIŞLO – Beşdarên Konferansa Yekemîn a Tevgera Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyeyê diyar kirin ku ew ê ji bo pêşxisitina çanda herêmê û xurtikirina  têkîliyan di navbera hemû çandên herêmê de, bixebitin.HLB-NERINI-JINEN-CANDE (1)

Yekemîn Konferansa Tevgera Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyeyê bi dirûşmeya”Bi ruhê çanda resen em pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber APO re azad bijîn” duh li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx ya bajarê Qamişlo dest pê kir.RINGEN

Girêdayî girîngiya konferansê ku yekem car li ser asta Bakurê Sûriyeyê tê lidarxisitn, hin beşdaran nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Endama Rêveber a Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Helebê, Rengîn Ebdo konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got:”Wekî tê zanîn, jin çand û çandinî pêş xistine, em ê jî ji bo pêşxistin û dewlemendkirina çanda jinê, her wiha ji bo xurtkirina têkîliyên di navbera çandên herêmê de, bixebitin.”CIAN

Rêvebera Komîteya Çand û Hunerê ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê Jiyan Misto serkeftin ji xebatên konferansê re xwest û wiha dom da axaftina xwe:”Gereke ev konferans bibe bingeha hevgirtina me, divê em mil bi mil ji bo rizgarkirina jinan têbikoşin û qadên çand, huner û wêjeyî yên hemû pêkhateyan erka xwe hîn bêtir bi cih bînin.”

RENGEIN YUSEF

Rêvebera Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê Rengîn Yûsif jî diyar kir ku di konferansê de dê xebatên jinan ên di çand û hunerê de û astengiyên li pêşiya xebatê werin nîqaşkirin.

(bb)

ANHA