Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Em ê kenê zarokan li her gund, dibistan û taxekê biçîn in’

LÎNA CANGÎR

QAMIŞLO -Ji dehan salan ve, cara yekeme zarokên Til Koçer ji bo biratî, aştî û jiyana hevbeş, stran gotin. Di vê çarçovê de bi hev re stranên erebî gotin, bi zimanê dayikê şano pêkêş kirin û hev re ji bo aştî û azadiyê goveng gerandin.TEL_KOCAR-SAHEYE_ZAROKE_TEL_KOCAR 2017_20_11_GIRKE (1)

Di demekê de ku azadî, aramî û ruhê biratiyê û jiyana hevbeş serwere dibe de, Navenda Çandê ya Til Koçer, bi armanca nîşandana kultura gelerî yê şêniyên herêmê û pêşxistina hobiyên zarokan, çavdêriyê li hejmarek komên hunerî yên zarokan dike û çalakiyan lidar dixe.

Navenda Çandê ya Til Koçer, her wiha bi armanca nîşandana hobiyên zarokan, dilxweşkirina şagirtên dibistanên seretayî û teşwîqkirina wan li ser xwendinê, ji destpêka Midarê ve bi durişmeya “Em li her gundekî, dibistan û taxekî kenê zarokan biçîn in” rêzek ji çalakî û şahiyan li hejmarek dibistanên navçeya Til Koçer û gundên  wê re lidarxist.

Li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş pêşkeşiyên hunerî nîşan dan

Di vê derbarê de, zarokên Navenda Çandê ya Til Koçer li dibistanên bajaroka Til Koçer, dibistanên gundên Keleha El-Hadî, El-Sefa, Girê Fatê, El-Diwêm, El-Miseede, Til Elo û Elî Axa yên girêdayî navçeya Til Koçer, pêşkeşiyên hunerî pêşkêş kirin.ABSEL HADEY

Zarokan di van pêşkeşiyan de, stranên bi zimanê erebî li ser hezkirina welat,aştî û azadiyê pêşkêş kirin. Her wiha çend şano li ser babetên civakî yên têkildarî zarokan û pêşxistina hişmendiya wan pêşkêş kirin. Komên hunerê jî govendên gelerî ji keleporê erebî yê resen a şêniyên herêmê, pêşkêş kirin da ku ji nefşên bê re were pênasekirin.

Di şahiyan de pêşbirkên çandî ji bo teşwîqkirina zarokan û pêşxistina hobiyên wan û teşwîqa ji bo xwendinê, cih girtin.MAZIYN

Zarokên pêkhateya ereb ku di dibistanan de fêrî zimanê Kurdî bûne, bi zimanê kurdî jî stran pêşkêş kirin bi vê yek xweşbûna jiyana hevbeş a li herêmê nîşan dan.

‘Çandina kenê li ser rûyê zarokan armanca me ye’

Çavdêrê li ser komên şanoyê ya Navenda Çandê ya Til Koçer Ebdulhadî Îbrahîm, diyar kir ku durişmeya “Em kenê li ser rûyê zarokan biçîn in” durişmeya hemleyê ye, got ku armac ew e piştî çend salên şer, ken li ser rûyê zarokan were çandin.

BABEL AL AHMEID QESEIY

Îbrahîm, her wiha destnîşan kir ku stran, govend û şanoyên ku zarokên navendê pêşkêş dikin aliyên perwerdeyê jî digre nav xwe û hezkirina welat, paqijî, hezkirina xwendin û fêrbûnê û mijarên civakî wek rêzgirtina bav û dayîkê, nîşan dide.

Mamoste Mazin El-Ehmed, ku çavdêriya komên hunerî dike diyar kir ku şahî û pêşkeşiyên zarokan pêşkêş kirine, kêfxweşî û ken di dilê zarok û şêniyan de belav kir.

El-Ehmed wiha domand:“Ev bi xwe hemleyeke mirovahiyê ye. Da ku dilxweşî û dilgeşbûn di nava şêniyên herêmê de bê belavkirin, pêdiviya me bi atmosfêrên wiha heye.“

TEL_KOCAR-SAHEYE_ZAROKE_TEL_KOCAR 2017_20_11_GIRKE (4) TEL_KOCAR-SAHEYE_ZAROKE_TEL_KOCAR 2017_20_11_GIRKE (3)

Herdu zarokên bi navê Qusey El-Xidir û Bal El-Ehmed, ku endamên Navenda Çandê ya Til Koçer in, kêfxweşiya xwe ji bo hemleyê û pêşkêşkirina pêşkeşiyên hunerî anîn ziman û gotin ku ew di rojên betlaneyê yan jî piştî dewama xwendinê bi dawî dibe li kêleka xwendina xwe tevlî komên hunerî dibin.

)rr)

ANHA