Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Em ê xwe fedayî Rêberê xwe bikin’

EFRÎN – YCR`ê li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn xwepêşandanê û gotin:ʺEm amade ne ji bo Rêberê xwe canê xwe feda bikinʺ.

Ciwanên navçeya Şêrawa, Mabata û herêma Cindirêsê ya kantona Efrîn têkildarî rewşa tendirûstî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda giran a zêdetirî du salan didome bertek nîşandan û rabûn xwepêşandanê.FRIN-SERAWA-YCR-AGER-VEXSTIN-JE-BU-REBAR-APO (4)

Şêrawa

Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li çiyayê Lîlon bi meşeleyan meşiyan û li asoyê çiyayê Lîlon bi agir (Serok APO) nivîsandin.

Her wiha têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa Ocalan a tenduristiya daxuyanî dan.

Daxuyaniya ji aliyê Endamê YCR`ê Şiyar Şemdîn ve hatî xwendin wiha ye:

ʺ Êdî em tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO tehemul nakin û em bêdeng namînin. Têkildarî rewşa Rêbertî tu agahî nayên girtin û dewleta Tirk a dagirker bi van kiryarên xwe dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne.

Kiryarên dewleta Tirk tu carî me lewaz nake û em ê canê xwe fedayî Rêberê xwe bikinʺ.

MabataFRIN-SERAWA-YCR-AGER-VEXSTIN-JE-BU-REBAR-APO (3)

Her wiha ciwanên YCR`ê li navçeya Mobata ya kantona Efrînê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertekên xwe diyar kirin.

Ciwanan têkildarî rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa bi meşeleyan organîze kirin. Di meşê de Endamê YCR`ê Xemgîn Xelîl tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got:ʺ Ev bûye du sal em tu agahî ji Rêberê xwe nagrin. Herî dawî agahiyên ku rewşa tendurûstî ya Rêbertî ne baş e, belav bûn. Divê rayedarên Tirkiyê derbare rewşa Rêbertî de agahî bidinʺ.

Di berdewamiya gotinên Xemgîn de hat gotin ku ew têkildarî rewşa Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê û li tevayî cîhanê rewşeke awarte îlan dikin, amade ne ku canê xwe feda bikin û ew ê heyanî Ocalan azad bibe, têbikoşin.

CindirêsêFRIN-SERAWA-YCR-AGER-VEXSTIN-JE-BU-REBAR-APO (5)

Di heman çarçevê de YCR`ê li herêma Cindirêsê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn ser xwe û çalakî lidar xistin. Ji navenda Mala Gel a nevanda Cindirêsê bi erebeyan çûn gundê Gora û ji wir jî derbasî Kefer Sefre yên girêdayî herêmê bûn. Li gel çiyayê Qaziqlî yê bakurê gundê Kefer Sefra rawestiyan.

Li çiyayê Qaziqlî navê ‘APO’nivîsandin û çalakî bi berzkirina `Bijî Rêber APO, Bê Serok jiyan nabe` bi dawî bû.

(np)

ANHA