Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Em parastina xwe nekin wê kî bike?’

Dîmen

TEBQA – Şêniyên navçeya El-Cirniyê ya ser bi Reqayê ve anîn ziman ku ew amade ne biçin Erka Xweparastine û gotin: “Eger em parastina xwe nekin, wê kî me biparêze?”

Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê projeya “Zagona Erka Xweparastinê” ku ji aliyê Komîteya Parastinê ve hatibû pêşniyarkirin, rakir Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê da ku bikeve dengdanê.XOLA-EBDULAH-300x200

Komîteya Parastinê di çarçoveya vê mijarê de ji şêniyên navçeya El-Cirniyê ku dikeve bakur-rojavayê Tebqayê re civîn li dar xist. Şêniyan jî anîn ziman ku ew ji bo “Erka Xweparastinê” amade ne.

Dayîka bi navê Xewla Mihemed got: “Erka Xweparastinê erkeke ji me tê xwestin. Divê em zarokên xwe rêkin Erka Xweparastinê, xizmeta gelê xwe bikin û herêma xwe biparêzin.”

Xewla di nava gotinên xwe de ev tişt anî ziman: “Li şûna ku kesên ji derve werin parastina me bikin, em parastina xwe bikin çêtir e.”MAHMOD-EBDULAH-300x200

Ji şêniyên herêmê Mehmûd Ebdullah jî got “Erka Xweparastinê erka me ye. Eger em parastina xaka xwe nekin wê kî parastina zarok û welatê me bike.”

Ebdullah di dawiyê de wiha got: “Em weke welatiyên herêmê divê parastina xwe bikin. Ez weke bav amade me zarokên xwe rêkim Erka Xweparastinê. Ez bang li bav û dayîkan dikim ku berê zarokên xwe bidin Erka Xweparastinê.”

(np)

ANHA