Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Em qebûl nakin Tirkiyê destwerdana xaka Sûriyê bike’

MINBIC – Ciwanên Minbicê û gunêdên wê kiryarên dewleta Tirk ya li dijî herêmên SÛriyê şermezar kirin û gotin ku ew qebûl nakin ku dijmên ji deve destwerdanê di xaka Sûriyê de bikin.

Endamên rêvber ên sazî û rêxistinên Jinên Ciwan, Komîteya Ciwan û Sporê, Yekîtiya Werzişê, Melcîsa Ciwanan û Endamê Akademiya Şehîda Hozan Can daxuyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku destwerdana dagirkiriya Tirkiyê ya di xaka SÛriyê de qebûl nakin. Daxuyanî li ber Meclîsa CIwanan ji aliyê Endamê Rêveber ê Yekîtiya Xwendekaran Husên El-Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

“Di dema ku serekftinên mezin ku hêzên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi dest dixin û têkbirina DAIŞ’ê û tevhiya teroristan têk dibin. Bi saya tekoşîna şehîdan herêmeke berfireh ji xaka Sûriyê hate rizgarkirin. Şehîdên me bi saya berxwedana xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin.  Ev serkeftinê mezin bi encama sozên ciwanan û israra wan a rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê pêk hatiye. DI encama wê de Artêaş Tirk a dagirker bi awayekî yekser destwerdan dike da ku zexta li ser çeteyên di Sûriyê de kêm bikin. Li ser vî esasî civaka navdewletî ji bo rawestandina destwerdana Tirkiyê û êrîşa wê ya li ser gelê kurd ranawestîne. Berûvajî wê em dibêjin ku ew çira kesek ji wan re pêdixin ku êrîşî gelê Sûriyê û xaka me bikin. Êrîşî hemû pêkhateyan dikin, em wekî gelê Sûriyê bi hemû hêza xwe destwerdana dijberên derve ya di xaka SÛriyê de qebûl nakin.Em wan dijminan hişyar dikin, em her dem amadene ku bi hêza xwe ya leşker, siyasî û bîrdozî li dijî hemû cûreyên destwerdana derve derkevin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû ciwanan bidiruşmeyan dawî li daxuyaniya xwe anîn.

(dc)

ANHA