Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Emê ji bo Rêbertiyê bibin guleyên ji agir”

Dîmen

Dîmen: ‘Emê ji bo Rêbertiyê bibin guleyên ji agir”

HELEB – Bi sedan ciwanên bajarê Helebê ji ewlekarî û tenduristiya Ocalan meşeke bi meşeleyan lidar xistin. Ciwanan gotin ku heger dewleta Tirk rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan eşkere neke ew ê di rûyê wan de bibin  guleyên ji agir.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê, meşek girseyî lidar xist û daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêd û taxên rojhilatê ên bajarê Helebê, her wiha Endamên Saziyên Sivîl û şêniyên pêkhateyên cuda yên taxa şêxeqsûd, beşdarî meşê bûn.HLB-MESA-CEWNE-JI-BO-SEROK-APO-LI-HELEB (5)

Meşvanan wênerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR`ê û sedan meşele hilgirtibûn.

Meş ji pêşiya navenda YCR`ê ya Têkoşer Xemgîn Cûdî ya li rojavayê Şêxmeqsûd dest pê kir. Meşvan di hemû kolanên sereke yên taxê re meşiyan û bi yek dengî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Meşman li qada 7 Şehîdan a rojhilatê Taxê rawestiya.  Meşvanan di nîvê qadê de agirek dadan û durişmeyên daxwazkirina eşkerekirina tunduristiya Ocalan qîr kirin.

Paşê gelek axaftin bi zimanê kurdî û erebî, ji aliyê Endama Rêvebera Kordînasyona Giştî ya YCR`ê Zinarîn Ehmed, Endamê Rêveber ê YCR`ê Ednan Hesen, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya taxa Şêxmeqsûd Sûad Hesen ve hatin kirin.

Di destpêka axaftinan de, komploya navnetewî ya ku Rêberê Gelê Kurd AbdullahOcalan hedef girtiye şermezar kirin û hate gotin ku divê di zûtirîn dem de rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were diyarkirin. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku gelê kurd ku bi fikir û felsefeya Ocelan bawer dike, dê li hemberî kiryarên derheqê Kurd û Rêberê wê de tên kirin bêdeng nHLB-MESA-CEWNE-JI-BO-SEROK-APO-LI-HELEB (4)emîne.

Di axaftinên ji aliyê YCR`ê bi giştî û ciwanên bajarê Helebê taybet de, daxwaz hat kirin ku rewşa tenduristî ya Ocalan bê eşkerekirin û hat gotin: “Rêber Ocalan ji bo me rêya têkoşînû berxwedanê xêz kiriye. Em soz didin, heger dewleta Tirk tecrîda li ser Rêbertiyê raneke, nehêle parêzerên wî serdanê bikin û rewşa tunduristiya wî eşkere neke, em hemû bi pêkhateyên cûda emê di rûyê faşîzma Tirk de bibin guleyên ji agir.”

Di dawiya axaftinan de ev tişt hat gotin:”Êdî sebir û aramiya me nema heta ku em zanyariyan li ser Rêbertiyê negrin, bila Tirkiyê zanibe heger kiryarên xwe yên hovane bidomîne, ciwanên Rojava dê bêdeng nemînin.”

Meş bi durişmeyên şermezarkirina kiryarên Dewleta Tirk, daxwaza eşkerekirina tenduristiya Ocalan û daxwaza azadiya wî bi dawî bû.

(rr)

ANHA

HLB-MESA-CEWNE-JI-BO-SEROK-APO-LI-HELEB (3) HLB-MESA-CEWNE-JI-BO-SEROK-APO-LI-HELEB (2)