Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Emerîka nameyekê ji Tirkiyeyê re dişîne

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin diyar kirin ku rêjîma Baasê komîteya çêkirina destûrê welat ji kesên ne Sûrî qebûl nake. Wezareta Karên Derve ya Emerîka ragihand ku ew peywendiyê bi Rûsyayê re dikin da ku rêjîmê ber bi Cenêvê ve bînin û çareseriyekê ji aloziyê re peyda bikin. Rojnameyan diyar kirin ku beriya serdana Têlirson ya Enqereyê, Emerîka nameyekê ji Tirkiyeyê re dişîne.

Dîmeşq xebatên Netewên Yekbûyî ya avakirina komîteya çêkirina destûrekî nû qebûl nake

Girêdayî mijara Sûriyeyê, rojnameyên Erebî yên ku îro hatine çapkirin behsa gelek mijaran kirin. Di vê çarçoveyê de Rojnameya El-Heyat hin gotarên xwe wiha bi nav kirin: “Tirkiye li hemberî fînansekirina Emerîka bi QSD’ê re bi hêrs bûye”, “Dîmeşq gefan li Îsraîlê dixwe eger êrîşên xwe dubare bike”, “Dîmeşq komîteya çêkirina destûr bi sponseriya navnetewî qebûl nake”.

Xebatên Emerîka û Rûsya ji bo kişandina rêjîma Baasê ber bi Cenêvê ve

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî mijara Sûriyeyê hin gotarên xwe wiha bi nav kirin: “Mosko ji ber kuştina ‘çeteyên Rûsî’ bi êrîşên Emerîka li Dêrazorê bi hêrs bûye”, “Sê ji yekan ji Sûriyeyê û petrola wê di bin serweriya Emerîka û hevkarên wê de ye”.

Efrîn hêza artêşa dagirker a Tirkiyeyê têk dibe

Rojnameya Qudis El-Erebî girîdayî mijara Sûriyeyê manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Rayedarekî leşkerî: Pîvanên pevçûnan di navbera Dîmeşq û Til Evîv de hatin guhertin, êrîş bi êrîşekê”, “Lavrov: Waşinton pilan dike ku ji Sûriyeyê dernekeve”, “Şaxê Zeytûnan: pêşveçûna leşkerî ya biçûk û niyetên navnetewî ya têkşikandina artêşa Tirkiyeyê di şerekî demdirêj de”. Rojnameyê diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete ku di bin navê artêşa azad de tevdigerin li derdora Efrînê lawaz pêşve diçin. Rojnameyê destnîşan kir ku hin agahî dibêjin ku di navbera Yekîneyên Parastina Gel û rêjîma Sûriyeyê de hevkarî di asta jor de ye.

Emerîka nameyekê ji Tirkiyeyê re dişîne

Rojnameya El-Ereb girêdayî mijara Sûriyeyê û û êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrînê manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Nameya Emerîka ji Enqereyê re: Em dest ji Kurdan bernadin”. Rojnameyê diyar kir ku rêveberiya Emerîka beriya serdana Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Riks Têlirson ya Enqereyê ragihand ku dê alîkariya darayî bi Yekîneyên Parastina Gel re bike. Ev yek jî pêşveçûneke berbiçav di têkçûna têkliyên di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de ye. Emerîkî baş dizanin ku bidawîkirina alîkariya bi Kurdan re ji bo wan ne baş e û ev yek tê wateya ku giştî qada serweriyê ji Rûsya û Îranê re were hiştin.

(jh)

ANHA