Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Emîrê Qeterê diçe Tirkiyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Emîê Qeterê dê îro serdana Tirkiyê bike û wê bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.

Emîrqê Qetera Şêx Temîm Bin Hemed Al tannî dê serdana Tirkiyê bike û wê bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan re hevdîtin pêk bîne. Ji 5ʹê hizêranê de embargo ji aliyê dewletên Kendava Ereban li ser Qeterê hatiye çêkirin. Embargoya siyasî û aborî ku li ser Qeterê pêk hatiye bi serkêşiya Erbistana Siûdiyê, Misr, Behrên û Îmart di bin navê ku Qeter piştgiriya terorê dike, destwerdanê di gelek welatên herêmê de dike û bi Îranê re di nava têkiliyan de pêk hatiye.

Piştî Aloziyê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyeb Erdogan serdana Eerebistana Siûdiyê kir da ku navbênkariyê bike û dawî li embargoya li ser Qeterê bîne,lê serdana wî bê encam ma.

Duh jî navenda çapemeniyê ya Serokatiya Tirkiyê daxuyaniyek da û got ku Emîrê Qeterê wê roja pêncşemê ji bo kar serdana Tirkiyê bike û destnîşan kir ku Emîrê Qeterê bi Erdogan re bicive û dê têkiliyên herdû aliyan, her wiha p êşketinên herêmî û navdewletî nîqaş bikin.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku nakokiyên Qeter û Erebistana Siûdiyê di rêza yekê de li ser Sûriyê pêk hatiye. Bi taybet herdû welat di destpêka aloziya Sûriyê hevkarên hevin. BI hev re komên çekdar hevkarên Tirkiyê bûn û komên çekdar ên Artêş Azad fînase dikirin.

Roja sêşemê jî Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Tasnî serdana Tirkiyê kiribû û bi Erdogan re hevdîtin kir. Çepemeniya Qeterê destnîşan kir ku di hevdîtinê de ALoziay Sûriyê, Embargoya li ser Qeterê û rewşa mislimanên Rohîniya nîqaş kirin.

(dc)

ANHA