Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Encamên civîna şêwrê bi gel re tê parvekirin

Dîmen

DIRBÊSIYÊ – Komîteya Kongreya Netewî bi civîneke berfereh ji gelê kantona Hesekê re, encamên şêwra ku li başûrî Kurdistanê pêk hat, parve kir.QAM-CIVINA-KNK-LI-DIRBASIYE1 ‫(169083394)‬ ‫‬

Di civîna ku li herêma Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Hesekê ya herêma Federal a Cizîrê de pêk hat de, nunerên eşîrên kurdî, partiya PYD`ê, TEV-DEM`ê, hin partiyên siyasî û bi sedan ji welatiyan beşdar bûn.

Civîn ji aliyê serokê Yektiya Oldarên Misliman û Endamê Komîteya Kongreya Netewî Mele Mihemed Reşîd Xirzî û Endamê buroya Siyasî ya partiya Lîberal  Ferhad Têlo ve hat birêvebirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Endamê buroyua Siyasî ya partiya  Lîberal Ferhad Têlo axivî û bixêrhatina beşdarvanan kir û got” hûn dizanin em amadekariyên gelek civînan dikin, ev yek jî ji bo yekirina refê kurdî û biryara partiyên siyasî, lewma bi hemû partiyên kurdî re hat dengkirin, ji bo ku beşdarî şêwrê bibin ku em dixwazin bibe pêşeroja yekîtiya niştimanî ya kurdistanî.”

Têlo da zanîn ku bi vê boneyê wan bi hemû partiyên kurdî re têkilî saz kirin û destnîşan kir ku beriya herin civîna şêwrê  hin partiyên di nava ENKS`ê  de pirsgrêk derxistin, lê ew careke din hatin vexwandin.QAM-CIVINA-KNK-LI-DIRBASIYE1 ‫(169083400)‬ ‫‬

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Lêbiral da zanîn ku gelek partî, kesayetên siyasî û çandî yên di kurdistanê de tên nasîn, beşdar bûn û hedefa vê şêwrê jî rakirina pirsgirêkan di navbera partiyên siyasî de û pê re gav berve lidarxistina kongerya netewî bê avêtin.

Pişt re beşdarvanan nêrînên xwe derbarê çawaniya pêkanîna yektiya kurdî re parve kirin û ji endamên dîwan pirs hatin kirin, jê dê bandora amadenebûna hin partiyên kurdî di kongreya netewî de çiqas bandor bike? An jî hazirnebûna partiya PDK`ê û ENKS`ê dê encamnameya kongerê lewaz bike?

Her wiha hin kesên di civînê de jî gotin” projeya kongreya netewî cihê rêzdariyê ye û pêwîste di vê demê de her kes hêza xwe ji bo vê yekê bikar bîne û misyona vê kongreyê jî ku zihniyeta hin partiyên kurdî biguhere û ji çarçoveya teng debrasî berjewendiya niştimanî ya giştî bike.”

Li aliyekî din, hinên din jî ji ENKS`ê daxwaz kirin ku lêborînê ji malbatên şehîdan û gelê kurd li Rojava bixwaze, ji ber beşdarî civîna şêwrê nebû û bi berpirsiyarî nêzî misyona yekirina refa kurdî nebû.QAM-CIVINA-KNK-LI-DIRBASIYE1 ‫(169083395)‬ ‫‬

Endamên dîwanê jî bi vî awayî bersiva gelê amadebûyî da ” pêwîste em ji çarçoveya hestan derkevin û kes an jî aliyê naxwaze yekîtiya kurdî pêk were, tu hebûna xwe jî namîne û em desteka hemû biryarên ku mafê gelê kurd hedef dikin, dikin”.

Derbarê hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de jî hat diyarkirin ku pêwîste li gor îradeya gel be û bi yekgirtina gelê kurd bê destekirin.

Di dawiyê de jî bang li hemû aliyên ku beşdarî civîna şêwrê nebûn  hat kirin ku cihê  xwe di civînên bê de bigrin.

Heman civîn li herêmên Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Dêrikê, Til Temirê û Hesekê hatin lidarxistin. Dê li herêma Qamişlo jî di roja pênşemê de bêne lidarxistin.

(nse)

ANHA