Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Endamê Opozisyonê: Opozisyona Sûriyê parçebûyî û belav e

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN– Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê  destnîşan kir ku opozisyona Sûriyê ji hev ketiye û nikare Sûriyeke demokratîk ava bike, her wiha da zanîn ku projeya MSD′ê tekane riya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Têklidarî kûrbûna aloziya Sûriye û sedemên wê û rêzbarên çareserkirinê, Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê  bersiva pirsên ANHA‘yê da.

*Di nêrîna we de sedemên kûrbûna aloziya Sûriyaye çi ne?

Gelê Sûriyê ji rewşeke ku daxwaza azadî û wekheviyê dikir, ket rewşeke geleke rûxyayî.  Di aloziya Sûriyê de sivîl hatin kuştin û girtîn. Bi melyonan hatin koçberkirin. Li piraniya herêmên Sûriyê şer e, armanî tuneye. Ji bilî van xalên pêş jî rewşa jiyanî û buhabûna madeyên jiyanî şertê jiyanî zehmet kirine.

Piraniya gelê Sûriyê bi hemû netew û mezheban, daxwaza rawestandina rijandina xwînê dikin û banga çareserkirinê bi rengekî siyasî û demokratîk û bi dawîkirina rêjîma desthilatdar a dektator ku dibe sedema kûrbûna vê aloziyê dikin.

*Heta niha tu projeyên ji bo çareserkirinê nehatine peydakirin, gelo sedemên vê yekê çi ne?

Ji ber ku cudahiyeke di navbera bernameyê guhertina siyasî ku dikeve ser milê opozisiyonê û çareserkirin aloziya Sûriyê bi rengê siyasî ev jî di erka opozisyon û rêjîmê ye de heye.

Pêwîste çareseriya siyasî bi riya mûzakeriyan di navbera herdu aliyan de pêk were. Lê aliyê opozisyonê nikare vê yekê pêk bîne, sedemên vê yekê jî ne beşdarkirina hêzên demokratîk, di serî de, Meclîsa Sûriyeye Demokratîk ji bo danûstendinan e.

Dewletên herêmî naxwazin danûstandinên cîddî pêk werin û hemû alî beşdarî wê bibin, ji ber ku ji çareseriya demokratîk a ku xizmeta gelê Sûriyê dike ditirsin. Projeya demokratîk jî wê ne li gorî berjewendiyên dewletên herêmî be, li aliyekî din dijminahiyeke şofonîst a Tirkan ji tecrûbeya Kurdî heye.

Serketina şoşerên li cîhana sêyemîn û veguhertina demokratîk ne li gorî berjewendiyên hikûmetên siyasî û welatên herêmî ye. Hemû şoreşên bi navê buhara ereban  rabûne , ji aliyê Israîl û welatên herêmî û  yên cîhanî ve hatin astengkirin, wan welatan naxwazin projeya demokratîbûyînê bi ser bikevin, ji ber vê yêkê destwerdanê di serhildanên gelan kirin û wê ji rastiya wê derxistin.

Li ser vî esasî, ereka opozisiyona Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê ew e ku pala xwe nede dewletên herêmî û bi xwe biryara  diyarkirina çarenûsa xwe bistîne.

*Di nêrîna we de çareseriya aloziya Sûriyê wê çawa pêk were?

Gereke çareserî hundirîn be, lê ev jî zehmete ji ber ku opozisiyona Sûriyê ne yeke, ji hev ketiye û parçe bûye, nikare ji bo bernameyeke demokratîk û pêşeroja Sûriye li hev bike û nêrîna xwe diyar bike. Gerek em itîraf bikin ku opozisyona Sûriyê parçe bûye, bernameya ku pêşkêş kiriye jî ji her aliyan ve ne temam e. Tekane projeye ku dikare ji aliyê civakî, siyasî, xizmetguzarî, bîrdozî, parastin  ve xizmetê bike, projeya Meclîsa Sûriya Demokratîk e.

*Nêrîna we li ser projeya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk a derbarê çareserkirina aloziya Sûriyeye çi ye?

Ez piştgiriya vê tecrûbeyê dikin, ji ber ku tecrûbeyeke ji têkoşîna gelê herêmê pêk hatiye, tecrûbeyeke pêşketî û laîyîk e, dûrî netewperestiyê ye, gereke em itîraf bikin ku ne hemû gelê Sûriyê li ser vê projeyê li hev kirine.

Sedema vê yekê jî cudahiya bingeha edyolojî ya tebeqî, girêdana hin alaiyên bi welatên derve. Her wiha hîn ev proje baş nehatiye famkirin, gelek kes wekî parçebûyînekê dibînin. Ya girîng gereke diyalogan pêk werin da ku ev proje hîn bêtir were zelalkirin.

Gerek Meclîsa Sûriyeye Demokratîk vê projeyê baş bide naskirin da ku hemû gelê Sûriyê piştgiriyê bidin wê, ji ber ku ev proje projeyeke kurdî, erebî û suryanîye û hemû pêkhateyên din e.

(bb/dc)

ANHA