Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Endamên meclîsa bajaroka El-Hîşa nûnerên xwe hilbijartin

GIRÊ SPÎ – Endamên Meclîsa bajaroka El-Hîşa sond xwarin û hevserokên meclîsê û endamên komîteyên wî hilbijartin.

Endamên Meclîs bajaroka El-Hîşa ya girêdayî navçeya Eyn Îsa bi armacna ku hevserokên meclîsê hilbijêrin civîneke li dar xistin. Cîgirên Meclîsa Kantona Girê Spî, endamên Komseriya Bilind a Hilbijartinan û endamên meclîsa navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê amade bûn.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî hilbijartinên herêmî pîroz kir û girîngiya avakirina meclîsan destnîşan kir.

Endamên meclîsê sond xwarin ku ew xebatên meclîsê bi cih bînin.

Di dawiya civînê de hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Kurdiya Bozan û Hemûd El-Zahir bûne hevserokê meclîsa bajaroka El-Hîşa û Reşa Hesen û Himêdî Ezîz jî wek cîgir hatin hilbijartin. Her wiha endamên komîteyên meclîsê hatin diyarkirin.

(bb)

ANHA

GIRE SPI-EYN ISA-HILBIJARTINEN-MECLISAN (4) GIRE SPI-EYN ISA-HILBIJARTINEN-MECLISAN (2) GIRE SPI-EYN ISA-HILBIJARTINEN-MECLISAN (1)