Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Eniya Demokratîk a Gelêrî piştgirî da projeya êzîdixanê

NAVENDA NÛÇEYAN – Eniya Demokratîk a Gelêrî desteka xwe ji projeya xweseriya demokratîk a Êzîdixanê re eşker kir û da zanîn ku ev gaveke dîrokî ye.

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê di 20 tebaxê de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzîdixanê tevî rêgezên wê yên bingehîn eşkere kir.

Di projeyê de bang li avakirina Desteya Koordînesyona Êzîdî di bin çavdêriya neteweyên yekbûyê de tê kirin,  tê de Iraq, PKK`ê, Başûrî Kurdistanê û Koordînesyona Bakurê Sûriyê beşdar bibe û erka vê koordînesyonê çareserkirina pirsgirêkên êzîdiyan. Her wiha avakirina meclîsa gelê Şengalê û hêzek hevbeş a êzîdî jî tê rêzgkirin.

Di vê çarçoveyê de Eniya Demoratîk a Gelêrî bi daxuyaniyek destnîşan kir ku nexşeriya Meclîsa Rêveberiya Xweser gaveke rast a civakê ber bi demokratîkbûnê ve dibe.

Eniyê bal kişand ser aliyê ewlekariyê û diyar kir ku erkdarkirina rêveberiyên herêmî bi misogerkirina ewlekariyê gaveke girînge.

Di dawiya daxuyaniyê de Eniya Demokratîk a Gelêrî desteka xwe ji projeyê re anî ziman û bang kir ku lez ji xebatên avakirina Şengalê û herêmê Êzîdixanê re bê kirin û gelê herêmê vegere warê xwe.

(nse)

ANHA