Têkilî | Derheqê me de

Eniya Sûriyê: Divê civaka navdewletî helwesta xwe derbarê Efrîn nîşan bide

NAVENDA NÛÇEYAN – Eniya Sûriyê ya niştimanî bang li civaka navdewletî kir ku dawî li êrîşên dewletaTirk ên li ser Efrînê bîne û got: “QSD’ê tekane hêza leşkerî ya Sûriyê ku wekheviyê di nava pêkhateyênj Sûriyê pêk tîne. Di heman demê de QSD’ê qanûnên navdewletî û mafê mirovan diparêze.”

Eniya Sûriyê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê şermezar kir û got ku ev xeteriyek rastî ya li ser Yekîtiya Sûriyê ye.

Daxuyanî wihaye:

“Êrîşa dijminane ya li ser Sûriyê û gelê wê bi behaneyên nijatperstî  û êrîşa aliyekî xetera rast a li ser Yekîtiya Sûriyê ye. Çi kesekî ji Sûriyê ku vê êrîşê qebûl bike ku xwediyê piroje demokratîk a ku li ser esasê hevbeş tekoşînê dike, ew wekî ku dê ji Sûriyê parçe bibin nîşan dane. Wiha jî destwerdana xwe ya derbarê destwerdana dewleta Tirk û êrîşên wan, her wiha girtina rêjîmê û zulma wan li ser piroje demokratîk erênî nîşan didin.

Di dawiyê de êrîşî mafê gelê Sûriyê û rumeta wî dikin. Ew nizanin ku hewlwesta wan dûrî armanca şoreşa mirovahî û demokratîk a gelê Sûriyê ye.

Em di Eniya Sûriyê de êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û ji civaka navdewletî dixwestin ku helwesta xwe ya derbarê êrîşên dewleta Tirk a di xaka Sûriyê de zelel nîşan bidin. Di heman demê de em ji fermandarên rêjîma Sûriyê dixwazin ku zêdegaviyên ku têne avêtin û azadiya gel û serbestberdana sivîlan esas bigirin û danûstendinên cidî yên ji bo hevkariya di welat de nîşan bidin.

Em wekî Eniya Sûriyê dibînin ku dem hatiye ku gelê Sûriyê lihev bicivin  û rewşa heyî nîqaş bikin.

(dc)

ANHA