Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Enwer Mislim: Berxwedana Kobanê zemîna Federaliyê ava kir

XEBAT ÊTO – ZANA SEYDÎ

KOBANÊ -Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim diyar kir  ku berxwedana ku beriya du salan li Kobanê hatiye meşandin, zemîna pêkhatina Sîstema Federaliya Demokratîk ava kir û destnîşan kir ku ev sîstem, ji bo tevahiya Sûriyê derbasdar e.

Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim derbarê 2’yemîn salvegera  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 15’ê îlona 2014’an de li ser Kantona Kobanê pêk hatin, nirxandin kir.

* Êrîşên li ser Kobanê him ji aliyê şoreşa Rojava û him jî ji aliyê neyarên Kurdan û DAIŞ’ê ve wateya wê çi bû? 

Piştî ku şoreşa 19’ê tîrmehê ji Kobanê destpê kir, gel dikarbû saziyên xwe ava bikirana û  dikaribû xwebirêve bibe. Kobanê di hindir tevahiya Sûriye de bû mînak û bal kişand. Kesên ji demokrasiyê, xwesreiyê û wekheviyê hez nakin, qebûl nekirin ku xelkê Rojava-Bakurê Sûriye sîstemeke demokratîk ava bikin. Ji ber wê jî digotin ku Kobanê bixînin, tecrûbeya 19`ê tîrmehê û rêveberiya xwesr bixînin. Ya dîtir jî îradeya Kurdan di hindir Kobanê de teslîm bikin. Hêza YPG’ê li hember van êrîşan bi ser ket.

* Bi êrîşên li ser Kobanê û berxwedana li hember van êrîşan di aliyê siyasî, civakî, diplomasî û leşkerî de çi guhertin pêk hatin?

Li hemberî êrîşên ku li ser Kobanê hatin kirin, berxwedaneke mezin hat nîşandan. Bi wê berxwedanê pêşketinên şoreşa 19’ê tîrmehê û tecûbeya Rêveberiya Xweser ku veşartîbû ji tevahî cîhanê re hat zelalkirin. Tevahî cîhanê dîtin ku hêzeke parastinê ku YPG’ê ye, heye. Ev jî hem axa xwe û hem jî sivîlan diparêze. Berxwedana vê hêzê li hember DAIŞ`ê ku bi rojan Mûsil û Reqa bi dest xwe xist, balkişand. Ev yek di aliyê leşkerî de destkeftiyek bû. Tecrûbeya YPG`ê îsbat kir ku ew hêzeke mirovahî ye.

Di aliyê diplomatîk de jî çav li Rojava vebûn û saziyên ku hatine avakirin bi bajarên Sûriye ku lê koçberî û wêrankirn heye re hatin hevrûkirin. Ji ber vê hat dîtin ku li vir saziyên civaka sivîl tên pêşxistin. Berxwedana Kobanê di aliyê netewî de jî Kurd gihandin hevdu. Cara yekem di dîrokê de piştî bangawaziyên ji bo pêkanîna Kongireya Netewî ya Kurdî  li ser axa Kobanê yeketî pêk hat. Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê yên ji Bakur, Başûr Rojhilat berê xwedan Kobanê û cihê xwe di vê berxwedana dîrokî de girtin. Her wiha di Rojava de hersê  kantonan piştgirtiya hevdu kirin. Ev di aliyê netewî de bû hêviyek ku di pêşerojê de pêwîste Kongireya Netewî pêk were.

Di aliyê civakî de jî gelê Kobanê DAIŞ qebûl nekir. Tevî ewqas ziyanên li Kobanê çêbûn, lê xelkê wê bi serbilindî xwedî li axa xwe derketin û li  hember êrîşan li ber xwe dan. Bi vê yekê jî jiyaneke nû destpê kirin.

Beriya Kobanê li Şengalê komkujî pêk hat. Her wiha li ser Cizîrê û Efrînê, Kobanê û  herî diwiyê li Bakurê Kurdistanê jî çêbûn. Ev peyameke ku divê Kurd kongireya xwe ya netewî li dar bixin. Berxwedana Kobanê bi destekdayîna Kurdan bi serket.

Tevî ku beşek biçûk ji Kurdan li pêşiya Kongreya Netewî dibin asteng lê , her çar aliyên din ên welat bi lidarxistina kongreyê re  ne. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe, divê Kurd, Kongreya xwe çêbikin û qedera me nekeve destê hin aliyan. Ji bo ku komkujî li Kurdistanê çênebin. Divê hêzeke kurdistanî hevbeş çêbibe.

*Berxwedana Kobanê zemîna çi ava kir?

Berxwedana Kobanê bû bingehek ku em bikaribin bi hev re bijîn. Di berxwedana ku hatin kirin de, Şervanên Ereb, Tirkmen û hêzên weke Şems El-Şemal û Cebhet El-Ekrad jî li kêleka YPG`ê cih girtin û di çeperên pêş de şehîd bûn.

Ji bo Sûriyê rengê navendî ku ji Şamê de partiyek, netewek an jî zimanek desthilatdariyê bike, nema. Pêwîstî bi projeyeke berfereh ku bête qebûlkirin hebû. Ew proje jî federalî ye. Federalî li ser bingehê ku em weke netew bi hevre jiyan bikin. Çi Kurd, Ereb, Turkmen û Çerkes, Êzdî, Misilman û Xiristiyan bi hev re wekev bijîn. Wê projeya Federaliyê li Bakurê Sûriye pêk were û wê pêşeroja Sûriye Sîstema Fedral be.

* Bi rizgarkirina Minbicê re dengeyên li herêmê çawa hatin guhertin, pêvajoya rizgarkirina Minbicê û dagirkirina Cereblusê nîşaneya pêvajoyeke çawa ye?

Xelkê Minbicê gelekî êş dîtin. Bangewaziyên wan ji bo tevahî cîhanê û Sûriye jî hebû. Piştî ku meclîsên leşkerî û sivîl ên Minbicê hatin avakirin. Piştgirtî ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê hat xwestin.

Ji ber ku xelkê Minbicê bi QSD`ê re bûn û mesaja ji Kobanê re şandin bersiva wan hat dayîn, Minbic hat rizgarkirin. Çima Cereblus hat dagirkirin? Em tevahî dizanin ku DAIŞ`ê ji Ewropa tê di riya Tirkiye re derbasî Sûriye dibe û şerê Rojava dike. Dema ku Minbic hat rizgarkirin, hêdî hêdî riya DAIŞ`ê tê girtine. Çima hikûmeta AKP`ê piştgirtî da DAIŞ`ê? Ji ber ku li cem Tirkiye fobiya Kurdî, tirsa ku Kurd mafê xwe bi dest bixin, heye.

Ji ber vê yekê dibêjin em ê Cereblus, El-Raî û Mari dagir bikin. Dewleta Tirk di 24`ê mehê de ket Cereblusê. Beriya 500 sal di heman rojê de şerê Merc Dabiq hebû. Ev peyamek ji Tirkiye bû ku ew ê dîsa Rojhilata Navîn bixin bin destê xwe. Wek Rêveberiya Xweser em ketina Tirkiye ya axa Sûriyê, dagirkerî dibînin.

Divê hêzên navnetewî zextê li Tirkiye bikin, ji bo ku ji axa Sûriye derbikeve. Wek xelkê Sûriye em tekoşînê bikin heta ku em digihêjin asta fedralî li Bakurê Sûriye pêk were û xelkê me jiyanek azad û aştiyane bijî. Em ê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û federal jî têkoşînê bikin.

Berxwedana Kobanê ji bo Sîstema Federal û pêşeroja Sûriye ji me re bû bingeh. Berxwedana Kobanê bîranîna şehîdên me yên ku cane xwe kirin qurban e. Ji me tê xwestin ku em vê xetê bişopînin.

ANHA