Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Enwer Mislim: Tecrûbeya Rêveberiya Xweser bi ser ket

ZANA SEYDÎ – NÛRŞAN EBDÎ

KOBANÊ – Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim da zanîn ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser serkeftî bû û mafên hemû pêkhateyên herêmê parast.

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê Enwer Mislim derbarê 3′yemîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a hersê Kantonên Rojava axivî û da zanîn ku tercûbeya Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina Girê Spî, Minbic û Serînê, îsbat kir ku ev proje mafên hemû pêkhateyan diparêze.

Hevdîtin wiha ye:

*Şêniyên Kantona Kobanê heta kîjan astê projeya Rêveberiya Xweser çawa dîtin?

Rêjîma Baas di milê siyasî de îtîraf bi pêkhateyên Kobanê nedikir. Lê piştî şoreşa 19′ê tîrmehê şêniyên Kantona Kobanê di gelek pêvajoyan re derbas bûn, di hemû aliyan siyasî, leşkerî û rêxistinî de xwe birêve birin. Piştre jî sazî hatin avakirin û bi riya wan hemû beşên civakê hatin rêxistinkirin. Di 27′ê çileya 2014′an de Rêveberiya Xweser li Kantona Kobanê hat ragihandin.

Dewleta Tirk û komên terorîst herêm ji sê aliyan ve dorpêç kiribûn, ji ber vê gelek astengî derketin. Lê tevî vê, gelên herêmê hevgirtina xwe xurt kirin, zarokên herêmê bi zimanê dayîkê perwerde dibînin, ciwanên herêmê ji hemû pêkhateyan beşdarî xebatên saziyên Rêveberiya Xweser û refên parastinê bûn. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser gelên Bakurê ji bo nîqaşkirina pêşroja Sûriyê li hev civandin.

Piştî ku Rêveberiya Xweser hat ragihandin, çeteyên DAIŞ′ê li Sûriyê û Iraqê dest danîn ser bajarên mezin wekî Reqqa, Mûsil û miqdarên mezin cebilxane desteser kirin. Her wiha bi destekdayîna dewleta Tirk êrîşên dijwar birin ser Kantona Kobanê. Lê şervanên YPG/YPJ′ê bi berxwedana xwe û piştgiriya balafirên koalisyona navneteweyî, ev êrîş şikandin  û Kantona Kobanê di 26′ê çileya 2015′an de rizgar kirin.

*Piştî rizgarkirinê, Rêveberiya Xweser çi xebat dane meşandin?

Piştî ku Kantona Kobanê hat rizgarkirin, Rêveberiya Xweser xebatên xwe domandin. Destpêkê derbarê xebatên jinûve avakirinê de, bi dehan civîn ji şêniyên herêmê re hatin lidarxistin. Lê tevî vê yekê jî hê di milê xizmetê de kêmasî derdikevin. Em ê hewl bidin di sala 2017′an de hemû kêmasiyan derbas bikin.

*Rêveberiya Xweser di milê têkîliyên dîplomatîk de, gihişte çi astê?

Di milê gavên cidî hatin avêtin. Têkilî bi dewletên Ewrûpî re hatin danîn. Me ji bo têkîliyên bi dewletên derve re bi alîkariya Kantonên Cizîrê û Efrînê, koordînasyonek ava kir. Nûnertiyên Rêveberiya Xweser li Rûsya, Belcîka, Fransa û Başûrê Kurdistanê hatin vekirin. Em ê hewl bidin di demên pêş de li deverên din jî nûnertiyên xwe ava bikin.

Li Bakurê Sûriyê ne tenê gelê Kurd dijîn, lê bi hezaran malbatên ji Şam,Heleb û Hums li herêmê bi cih bûne. Têkîliyên dîplomatîk ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo xizmeta tevahî gelê Sûriyê tenê kirin.

*Çima şêniyên Sirîn, Girê Spî û Minbicê Sîstema Rêveberiya Xweser qebûl kirin?

Gel bi riya Rêveberiya Xweser bi xwe, xwe birêve dibe. Bajarê Girê Spî gelek zulm ji rêjîma Baas, artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ′ê dît. Lê piştî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve hat rizgarkirin, gelê herêmê bi xwe rêveberiya xwe kir. Wek Rêvberiya Xweser a Kantona Kobanê me alîkariya wan kir. Heverokatiya Meclîsa bajarê Girê Spî ji pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tê û ti kes ji derve bajêr birêve nabe. Gelê herêmê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser diki. Her wiha li herêmên din ên azad wekî Sirîn û Minbic ev sîstem li ser bingehê jiyana hevbeş û biratiya hatiye rûniştandin. Ev yek serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser nîşan dide.

*Hûn di dawiyê dixwazin çi bêjin?

Ji roja ragihandina Rêveberiya Xweser û heta roja îro, gelek serkeftin hatin bidestxistin. Lê tevî vê yekê kêm û kurtiyên me hene. Ji bo ku ev kêm û kurtiyên me bêne derbaskirin, em bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku bi berpirsyarî tev bigerin. Dê projeya Federaliya Bakurê  Sûriyê mafên hemû pêhateyên Sûriyê biparêze. Sala 2017′an, sala ragihandina Federaliyê ye. Serkeftin a gelên herêmê ye.

(mm)

ANHA