Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdên Şahba tên kirîn û çete li wir bi cih dibin 

NÛRHAT HESEN

ŞAHBA – Çavkaniyan ji herêma El-Rai raghandin ku dewleta Tirk bi riya sîxurên xwe erdên herêma Şahba dikire û çeteyên xwe li wir bi cih dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi riya sîxurên xwe yên herêmî erdên herêma Şahba dikire. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze demografiya herêma Şahba bighurîne. Navendên leşkerî û navendên perwerde ji bo çeteyan li wir vedike û ev yek bû sedema ku bi sedan şêniyên herêmê yên resen dev ji xaka xwe berdin.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyan ji bajaroka El-Rai agahî dan ku dewleta Tirk peran dide sîxurên xwe da ku malên şêniyên herêmê bikirin.

Heman çavkaniyan raghandin ku (MÎT) a dewleta Tirk bi kirîna erdên herêma Şahba xwe birêxistin dike û bi bi riya çeteyên Sultan Murad û Silêman Şah erdên Şahba ji şêniyên wê dikire.

Çavkaniyan dane zanîn ku dewleta Tirk nêzî sînorê xwe erdekî rûpara wê derdora 4 hikter e bi 40 milyonê Sûrî  û parçeyekî erd bi rûpara 4 hezar m jî bi 11 milyonê Sûrî kirîne.

Ji bo bihabûna 1 m û 1 hikter erd çavkaniyan wiha gotin:ʺ1 hektar erd li gorî taybetmendî û cihê xwe bi 13-15 milyonê Sûrî tê firotin. 1 m erd jî bi heman şertan bi bihabûna 100-150 dolarî tê firotin.ʺ

Her wiha çavkaniyan raghandin ku şêniyên herêma Şahba naxwazin erdên xwe bifroşin û çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi darê zorê wan neçar dikin ku erdên xwe bifroşin.

Dewleta Tirk a dagirker 3`ê îlonê 2016`an bajarok El-Rai dagir kir, destpêke navê wê da guhertin û kir `Çopan Bay` niha jî polîtîkeya desteserkirina malan û valan wan daye destpêkirin.

(np)

ANHA