Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdogan di gera xwe ya Kendavê de dest vala vegeriya

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Gera Erdogan a dewletên Kendavê ti berhem kom ne kir, berovajî wê asta tevliheviyê di nav wan dewlatên ku dorpêç li ser Qeterê ferz kirine de zêde kir û wan dewletan zêtetir dorpêç li ser Qeter tengav kirin.

Aloziya Qeterê zêde bû û gihîşte astekê ku serokê Tirkiyê derstwerdanê bike, Erdogan wek yek ji kesên zêde destekê dide siyasetên Qeterê li herêmê û di navbera herdû aliyan de têkliyên bîrdozî hene. Erdogan serkêşiya partiyekî li ser fikrê îslamî dike, Qeterê jî destek dide Birayên Musilman, berova jî wê dewletên Erebî wek Misir , Seûdiyê, Îmarat û Behrên dibînin ku Birayên Musliman rêxistineke teroriste.

Seûdiyê wek her car pêşwaziya Erdogan nekir

Erdogan da ku çareseriyekê ji pêkanînên tund ên Misir, Erebistana Siûdiyê, Îmarat û Behrên ên li ser Qeterê re peyda bike ku Qiralê Qeterê Temîm Bin Hemed bicihanîna wan pêkanînan red kiribû, di 23-24`ên Tîrmehê de serdana dewletên Kendavê kiribû. Destpêkê serdana Erebistana Siûdiyê kir. Di şêwaza pêşwazîkirina Seûdiyê ji Erdogan re xuya dibe ku siyasetên Tirkiyê li herêmê hilweşîne.

Li Seûdiyê, Eredogan wek berê ji aliyê şahê Seûdiyê Selman Bin Ebdulezîz yan weliyê şah emîr Mihemed Bin Selman ve nehat pêşwazîkirin. Lê şêwirmendê şahê Seûdiyê emîr Xalid Bin El-Fêsel, emîrê herêma Meke Mukereme û hejmarek rayedarên Seûdiytên, di pêşwazîkirinê de bûn. paşê şahê Seûdiyê hevdîtinek bi Erdogan re pêk anî, xwarina firafînê jî jêre lidarxist, piştre civînek girtî bi amadebûna şandeya herdu dewletan hat lidarxistin.

Derbarê encamên serdana Erdogan a Seûdiyê ti zanyariyên berfireh nehatin diyarkirin. Di vê çarçovê de, ji ber helwesta serokê Tirkiyê ya piştgir ji Qeterê re, ti geşbînî tuneye.

Li gor ajansa nûçeyan a Seûdiyê, şah Selman û Erdogan li ser ʺpêşveçûna di rewşa herêmê de û kedên ji bo rêbazên têkoşîna li dijî terorê û qutkirina jêderên perepêdanê, axaftin kirin.ʺ

Di êvara roja 23`yê Tîrmehê de Erdogan gihişte Kuwêtê û bi Emîrê wê Şêx Subah El-Ehmed El-Cebir El-Subah re hevdîtin pêk anîn û kedên çareserkirina aloziyê pê re gotûbêj kir.

Di 24`ê Tîrmehê de, Erdogan gihişte balafirgeha Hemed a Navnetewî û emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û hejmarek rayedarên Qeterê li pêşwaziya wî bûn. Ti zanyarî, derbarê aloziya Qeterê di wan hevdîtinan de, nehatine diyarkirin.

Di hersê hevdîtinên Erdogan li Seûdiyê, Kiwêt û Qeterê de, ti zanyarî derbarê rêbazên kêmkirina tevliheviyê di navbera Qeter û dewletên din ên Erebî de, nehatin diyar kirin.

Piştî serdana Kendavê, pêkanînên din li ser Qeterê hatin ferzkitin

Tiştê balkêş ew e ku 4 dewletan Seûdiyê, Îmarat, Behrên û Misirê, piştî serdana Erdogan ji dewletên Kendavê re, daxuyaniyek dan û ragihandin ku 9 aliyên din û 9 kesan ve li lîsteya terorê ya destekê ji Qeterê digre, hat zêdekirin.

Li gor daxuyaniyê ew alî evin:ʺ Saziya Belax a xêrxaziyê, Cimiyeta Ihsan a Xêrxaziyê, Saziya El-Rehman a xêrxazî li Yemenê, Meclîsa Şêwiriya Şoreşgerên Bengazî, Navenda El-Seraya ya çapemeniyê û ajansa nûçeyan a Buşra, tabûra Rafallah El-Hesatîm, kanala Nebei û Saziya El-Tenasuh ya dawa, çand û çapemeniyê li Lîbya ne.ʺ

Ew kes jî evin: ʺ Xalid El- Boeynên û Şeqer El-Şehwanî û Salih El-Xanim ji Qeterê, Hamid El-Elî ji Kuwêtê, Ebdullah El-Yezîdî û Ehmed Berûd û Mihemed El-Debei ji Yemenê, El-Saidî Boxizêm û Ehmed El-Hesnawî ji Lîbya.

Her 4 dewletan gotin ku çalakiyên terorîstî yên van aliyan û kesan bi şêwazekî yekser yan jî ne yekser bi desthilatdarên Qeterê re têkildar bûn, û çalakiyên kesên Qeterî û hersê kesên Kuwêtî yên navê wan di lîsteyê de hene ,destê xwe di komkirina pereyan de hene ku ji bo desteka Cebhet El-Nusra û komên terorîstên din ên di Sûriyê de. Destê 3 kesên yemenî û 3 rêxistinên yemenî jî  di derstekdayîna El-Qayîde de hebû û li ser desteka mezin a saziyên xêrxaziyê yên Qeterî ku navê wan di lîsteya terorê ya 4 dewlatan de hene, li şûna El-Qayîde çalakî dikirin. Kesê ji Lîbya û her 6 rêxistinên terorîst, girêdayî komên terorîst ên di Lîbya de ne, desdtekê madî û manewî ji desthilatdarên Qeterê girtin û roleke mezin di belavkirina rûxandin û kaosê li Lîbyayê lîstin. Ji Aliyê navnetewî ve jî nerazîbûnek tund li hemberî van kiryarên rûxandinê hat nîşandan.ʺ

Tê zanîn aloziya Qeterê, piştî ku Seûdiyê, Îmarat, Behrên û Misirê di 5`ê Hezîrana 2017`an de ragihandin ku têkliyên diplomatik bi Dewha ku paytexta Qeterê ye re qutkirin, bi lez zêde bû. her wiha bicihanîna ambargoya li Qeterê ku tevahî rêyên esmanî, bejahî û deryayî ji aliyê wan dewletan ve girtine jî aloziya Qeterê zêde kir. Piştî ajansa nûçeyan a Qeterê agahiyên êmîrê Qeterê şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî belavkiribû, şêx Temîm Bin Hemed ev tişt redkir û îdia kir ku baregeha ferîmî ya ajansê rastî deraskirinê hatiye.

Emîrê Kuwêtê Şêx Subah El-Ehmed El-Subah hewil da di navbera aliyên têkildar navgîn be û aloziya kandavê dorpêç bike û çaresrer bike, lê heta niha hewildanên wî tu encam negirtine.

(rr)

ANHA