Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdogan gefan li dijî Bakurê Sûriyê dixwe, PDK`ê jî hêza xwe li Şengalê zêde dike

KENDAL ŞÊXO

NAVENDA NÛÇEYAN – Balkêş e ku di demeke Erdogan gefa lidarxistina operasyonekê wekî Mertalê Firatê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê,  çekdarên PDK`ê hêzên xwe li nêzî sînorê Rojava û herêma Şengalê zêde dike.

Çekdarên PDK`ê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî , ji duh çekên giran Ii nêzî sînorê Rojava û li herêmên nêzî noqeteyên YBŞ`ê li Şengalê bi cih dike.

Hat ragihandin ku PDK`ê 3 tank û hin çekên giran anîne bajaroka Sinûnê ya ku 10 Km nêzî sînorê Rojava ye.

Çekdarên partiyê 5 tankên din anîne gundê Cedale ya başûrê bajaroka Sinûnî ya nêzî noqteyên YBŞ`ê.

Di 3`yê Adarê de çeteyên PDK û AKP`ê (Hêzên Zêrevanî yên di bin fermandariya Mesrûr Barzanî de ye (kurê Mesûd Barzanî) û hin komên Turkmen û Erebên Sinî, MÎT) ku MÎT`ê êrîş bi rêve dibir, êrîşe Hêzên YBŞ`ê li Xane Sorê, kirin. Di encamê hejmarek ji şervanên YBŞ`ê şehîd bûn.PDK (1)

Her wiha di encama êrîşa çekdarên PDK`ê de ser xwepêşandêrên li ser sînorê Rojava û Başûr, jina ciwan a bi navê Nazê Nayêf jî jiyana xwe ji dest da û hejmarek sivîlên din jî birîndar bû.

Di wê demê de, Fermandariya YBŞ`ê derbarê êrîşa li ser sivîlan û hêza wan, banga vekirina lêpirsînê li Fermandariya Pêşmergeyan kir. Lê ev bang ji aliyê Pêşmergeyan ve nehat bihîstin.

Balkêş e ku di demeke Erdogan gefa lidarxistina operasyonekê wekî Mertalê Firatê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê,  çekdarên PDK`ê hêzên xwe li nêzî sînorê Rojava û herêma Şengalê zêde dike.

Erdogan di civîna roja pêncşemê bi bazirganên Tirkiyê re li Istanbûlê, gotibû ku ew ê bê şêwra tu kesî êrîşan li dar bixe. Erdogan bi vê axaftina xwe, behsa  Amerîkiya dike.

Ji aliyekî din ve jî, Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, ji bo danûstandinan bike berê xwe da Urdunê. Tê payîn, Barzanî li paytexta Urdun Ammanê, bi Qralê Urdunê Abdullan ê 2. re li hev rûnên û li vê derê tevlî Forûma Aboriyê ya Cîhanê bibe.

Balkêş e, ev serdan demeke kurt beriya bidawîbûn û rizgarbûna Mûsilê tê kirin, ‘Plana Amman’ tîne bîra mirovan, ku di 1’ê Hezîranê de bi rêya vê planê Mûsil radestî DAIŞ’ê hatibû kirin.

(rr)

ANHA