Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdogan gefan li Qibrisê dixwe

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan gef li Qibrisê xwarin eger xebatên xwe yên vedîtina petrolê li beravên Qibrisê berdewam bike.

Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan di axaftina xwe de ya li pêşiya alîgirên xwe yên AKP’ê di parlemana Tirkiyeyê de wiha got: “Aliyên ku sînorên xwe di derya Ege de derbas dikin em hişyar dikin.. Qibris hesabên şaş dike.”

Erdogan her wiha gef li şîrketên biyanî ku xebatên vedîtina petrol li beravên Qibrisê dikin xwarin û wiha got: “Em ji wan re dibêjin ku bila nebin amûrên xebatên sînorderbaskirinê.”

Di heman demê de gemiyên artêşa Tirkiyeyê xebatên vedîtina petrolê yên hikûmeta Qibrisê li rojhilatê derya Spiya Navîn asteng dikin.

Berdevkê hikûmeta Qibrisê Nîkos Krîstodolîds diyar kir ku evan astengiyên ku artêşa Tirkiyeyê derdixîne derveyî qanûnên navnetewî ne.

Erdogan bi awayekî berdewam gefan li dewletên cîran dide û alîkariya xwe bi rêxistinên El-Qaîdê û Ixwan Muslimîn re berdewam dike.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê ji 20’ê Çileya borî ve hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dike.

(jh)