Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Erdogan îdîa dike li Efrînê teror heye..Lê Qaîda wekî teror nabîne’

Dîmen

ARŞÎN NECAR- ARIF SILÊMAN

ŞEHBA- Yek ji şêxên herêma Şehbayê Şêx Hesen El-Ebas diyar kir ku Erdogan wateya gotina terorê berûvajî dike û wiha got: “îdîa dike ku li Efrînê teror heye, lê Qaîda wekî teror hesab nake.” 

Şêx Hesen El-Ebas derbarê êrîşên Artêaş Tirk a li ser Efrînê û gundên wê ji ajansa me re axivî û got ku Artêşa Tirk zarok û jinan qetil dike û wiha got:Dewleta Tirk DAIŞ li Sûriyê ava kir û bi hemû hêza xwe piştgiriya wê kir. Tirkiyê hemû deriyên xwe jê re vekir û endamên teroristan şandin Sûriyê.”

Şêx El-Ebas her wiha da zanîn ku Artêşa Tirk û çeteyên wê ev sê heftene bi balafir û çekên herî giran êrîşî Efrînê dikin û wiha dom kir: “Erdogan êrîşî Mizgeftan dike û îday dike ku ew şerê terorê li Efrînê dike. Erdogan bi xwe terore. Gelo Erdogan wateya Terorê dizane, li ba wî Teror çiye, wî bi xwe parstina terorê kiriye. Bi hemû hêza xwe piştgiriya wan dike.”
Şêx El-Ebas di dawiya axaftina xwe de jî got ku dewleta Tirk a dagirker malan, mizgefta û hemû tiştên welatiyan wêran dikin û wiha got: “Gelê herêmê didin koçberkirin, dixwazin Efrînê bi navê terorê dagir bikin, îdîa dike ku li Efrînê terorê heye, lê hevkariya Qaîda dike û wan wekî teror nabîne.”

(dc)

ANHA