Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdogan ji bo Efrînê Putin dibîne

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan îro gihişte bajarê Sochi yê Rûsyayê da ku li gel Serokê Rûsyayê Vlademir Putin bicive.

Ajansa Interfax a Rûsyayê ragîhand ku Putin û Erdogan ji bo gotûbêjkirina aloziya Sûriyeyê dê werin ba hev.

Li gorî zanyariyên saziyên ragîhandinê yên Rûsyayê, wê bi giştî rewşa Sûriye û bi taybet kantona Efrînê ya Bakûrê sûriyeyê û parêzgeha Idlibê werin nîqaşkirin.

Tê gotin ku Erdogan dixwaze destûrê ji Rûsyayê bistîne ku serbest êrîşî kantona Efrînê bike. Beriya niha jî Tirkiye û Rûsya bajarê Helebê û herêmên Bakûrê Helebê bi hev dane guhertin. Wê demê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyî ji Helebê hatin derxistin û li beramberî vê yekê jî dema ku Tirkiyeyê herêmên Cerablus û Bab dagir kir, Rûsyayê dengê xwe nekir.

Li gorî saziyên ragîhandinê yên Rûsyayê Erdogan gotiye “Em bi Rûsyayê re mijara Efrînê nîqaş bikin.”

Çavdêrên siyasî dibînin ku Tirkiye amade ye dest ji hemû herêmên ku dagir kiriye berde, da ku Efrînê dagir bike.

Di demên dawiyê Tirkiye pir xwe nîzî Rûsyayê dike û siyaseta xwe ya li hemberî rêjîma Sûriyeyê jî daye guhertin.

(he)

ANHA