Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdogan li Yewnanistanê hate protestokirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Serdana Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan a ji bo Yewnanîstanê li Atînayê hate protestokirin.

Navenda Çanda Kurdistan, Serokê Giştî yê Laîkiye wezîrê berê Panagîotîs Lafazanîs, komên anarşîst û kêmneweyetên ku bi mecbûrî Tirkiye terikandin li Atînayê serdana Erdogan protesto kirin.

Girseya gel li Omonîayayê dest bi meşê kirin û heta gihiştin Navenda Academîayê bê navber dirûşmeyên ‘Faşîst Erdogan’, ‘Dîktator Erdogan’ qîr kirin.

Li Navenda Academîayê mîtîngek hate lidarixistin.

Li ser navê Navenda Çanda Kurd Mûsa Gimgim axivî û êrîşa dewleta Tirk a faşîst ya li dijî Mexmûrê şermezar kir.

Gimgim got ku  ‘Hatîna dîktator Erdogan a ji bo Yewnanîstanê ne rast e’ û got ku hatina Erdogan a ji bo Yewnanistanê nayê qebûl kirin.

Girseyê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ çalakî bi dawî kirin.