Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdogan Rûsan yan çeteyan dixapîne?

ANALÎZ

Aziz Koyluoglu

Dewleta Tirk ya faşîst û dagirker li herêma Şahba (Ezaz, Bab, Cerablus) komkujiyan dike, gundan xerab dike û gelên herêmê neçarî koçberiyê dike. Ev dagirkerî di bin navê ʺez li dijî DAIŞ’ê şer dikim û dewleta xwe diparêzimʺ tê meşandin. Ev derewek pirr mezin yên dewleta dagirker ya tirke. Dewleta dagirker ya Tirk di siyaseta xwe ya li Sûriyê du tişt esas girt. Êrîş kirina  kurd û hêzên demokratik û di destpêke de rûxandina rejîma Sûriyê bû. Lê niha tişta tê xuyakirin, yan lîstik yan jî rastî êdî qala rûxandina rejîma Sûriyê nake. Erdogan demek dirêje qala Sûriyê û rejîma Esad nake. Ev bi armanca bi Rûsan re xwe tevger kirinê pêk tê. Lê dibin re ji rejîma Sûriyê birûxîne hewldanê xwe didomîne.

Ev demeke dewleta Tirk li ser gelek bena dilîze û dixwaze him bi Rûsan re him bi Emerîkan re him jî bi komên çeteyên Koalîsyona Niştimaniya Sûriyê re siyasetek hevbeş bide meşandin. Ev siyasetek nakoke û dewam kirina wê zahmete.  Ji aliyekî ve bi armanca Helep û derdorê wê radestî  Rûsya û rejîma Sûriyê bike lihev dike û komên li wê  herêmê niha bi rejîma Sûriyê şer dikin bi qedera wan re dihêle, ji aliyekî din ve heman koman re herêma Şahba dagirdike. ji aliyekî din ve bi Emerîka re dibêje ez ê dijî rejîma Sûriyê şer bikim û komên çeteyên girêdayî xwe ji bo wê dixim herêma Şehba, ji aliyekî din ji Rûsan re dibêje em dikarin li hev bikin li ser mayîna  rejîma Sûriyê û Beşar Esad lihev bikin. Siyaseta herêmê pirr alî û gelek nokake.

Niha li vir ev pirs derdikeve holê ku wê dewleta Tirk heta kengî ev siyaseta bikari be bimeşîne?

Ger ev rewşa heye ku dimek de êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsan li ser Helebê û Idlibê gihîştiye asta herî  jor. Rojane bi dehan sivîl di encama şerê li komên çeteyan û rejîma Sûriyê de çê dibe de tên kuştin Erdogan dengê xwe nake, ev tê wateya komên li taxên rojhilatê Helebê de didorpêçê dene ji çav derxistiye. Ev jî rewşa ya heye ku dinav bera Rûsan û dewleta dagirker ya Tirk de berî niha Erdogan vê bi gotina “dostê min Pûtin ji min rêca kir ku ez Cephet Nusra ji Helebê derxim, min jî got serçavan” eşkere kiri bû. Li hevkirina Rûsan û dewleta dagirker ya tirk ger birastî wiha be derbek mezin li wan komên li Helebê şer dikin, dixe.

Jixwe bêdengiya Erdogan ya diderbarê Helebê ji aliyekî destek dayîna êrîşên rejîma Sûriyê. Wê dewleta tirk him bikari be komên wek Ahrar Şam, Cephet El Şamiye, Nûretîn Zenkî û hwd. ku him li Helebê bi qedera wan re  terk bike û him jî wan li Şahba li dijî hêzên şoreşger bide şer kirin. Ev pirs li ger li hevkirina dewleta Tirk û Rûs rast be. Niha ji Rûsan re ev siyaseta xwe daye qebûl kirin. Rûs wiha dibêjin ku me li hev kirine, lê tam jî bawer nakin.

Gelo wan çeteyên çima bi dewleta Tirk ya dagirker re xwe tevger dikin?

Dewleta Tirk ya dagirker di siyaseta xwe ya wan çeteyan jî pirr aliye. Koma binavê Nûretîn Zenkî berî niha eşkere kiri bû ku “ wan bi mertalê Fıratê hamleya şikandina dorpêça Helebê daye destpêkirin.” Ev siyaseta dewleta Tirk ya bi komên çeteyan re eşkere dike. Dewleta Tirk ji komên çeteyan re dibêje armanca me bi ser Bab’ê ve eniye nû bi rejîma Sûriyê re vebikin û em ê şerê rejîma Sûriyê bikin. Bi siyasetê dewleta Tirk ya dagirker komên çeteyên xwe dixe nava tevgerê.

Diktator Erdogan di daxuyaniyê xwe de dixwaze balê bikşîne ser Bab û taybet Minbic ku hedefa ji bo çeteyên xwe dide diyar kirin veşêre. Li armanca mezin ya Erdogan Helebe. Vê bi dijberiya Kurdan û êrîşên li ser şoreşgeran ve dixwaze binoximîne.

Rêdana balafirên dewleta dagirker ya Tirk ji bo êrîşî hêzên şoreşger bike, bê îcazeta Rûsan nabe. Ev jî lihevhatina dewleta Tirk û Rûsan dide diyar kirin. Lê ev lihevkirinekî li ser himanaye. Kengî wê hilweşe nediyare. Dîsan xepandina dewleta tirk ji bo çeteyan jî wê kengî hilweşe nediyare. Niha tişta tê xuya kirin dewleta Tirk him Rûsan him jî komên çeteyên Koalîsyonê dixapîne. Her dû aliyan jî ji bo berjewendiyê xwe dide bikaranîn. Lê ev ê heta ku dewam bike….