Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erebeyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hat rûxandin

LEZGÎN

MINBIC – Maşîneyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rûxandin û 16 çete hatin kuştin.

Nûçegihanên ANHA′yê ji herêma Minbicê ragihandin ku îro di saetên piştî nîvro de nêzî gundên El-Wexaz û Koheyûk,  pevçûnên dijwar di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker de rû dan. Di pevçûnan de, artêşa dagirker maşîneyên zirxî bi kar anîn.

Şervanan maşîneyeke zirxî ya artêşa dagirker rûxandin. Her wiha 16 çete dema ku dixwestin bi awayekî veşartî derbasî gundê El-Boxaz bibin, hatin kuştin.

Pevçûn didomin.

(mm)

ANHA