Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êrîşa çeteyan hate şikanndin, 14 çete hatin kuştin

DÊRAZOR – Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe dewam dike. Êrîşên çeteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser zeviyê petrolê Tenek û gundê El-Şel hatin şikandin, 14 çete hatin şikandin.

Çeteyên DIAŞ’ê yên ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de her ku diçe windahiyan dide, ji bo ku têkçûna xwe paş bixe êrîşên gund û herêmên hatine rizgarkirin dikin. Lê belê ji destê şervanên QSD’ê derbên giran dixwin. Çeteyên DAIŞ’ê îro piştî nîvor êrîş birin ser gundê El-Şel ê ku duh hatibû rizgarkirin. Li gund di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran qewimî, êrîşa çeteyan hate şikandin. Di encama şer de 9 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û rêjeyek çek û cibilxanejî ketin destê şervanan.

Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser nuqteyên QSD’ê ya zeviyê petrolê yê Tenek a beriya du rojan ji aliyê QSD’ê ve hatibû rizgarkirin. Li vir jî şer qewimî, di şer 5 çete hatin kuştin, wesayîtek hate rûxandin û wesayîtek jî kete destê şervanan.

(ekip/kc)

ANHA