Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êrîşa Efrînê bêzariya dewleta Tirk raber dike

Analîz

NESERÎN EBDÎ

Duh carek din li aliyê Efrînê çeteyên Tirkiyê êrîşî gundê Merenazê û Vîlat El-Qadir yên navçeya Şera kirin. Ev yek di demek ku hêzên wan nikarin li aliyê Babê gavekê pêşve biçin pêk hat, lewma fikara gelo  ev çekdarên han çiqasî dikarin eniyeke din vekin û şer bikin, taybet jî ku berê bi tang û balafiran nikaribûn gavekê jî pêş de werin, derdixe pêş?!!

Artêşa Tirk û komên di bin serweriya wê de ev zêdeyî mehekê ye li qeraxên bajarê Babê asî mane, tevî ku hemû hêz û giraniya xwe dane ser jî nikarin pêş ve biçin, ev yek wêneyan Artêşa tirk û rastiya van koman derxistiye pêş. Lewma Tirkiye berê xwe da Amêrîka ji bo ku desteka wê bigire û pêşve biçe. Lê Amarîka bi awayekî zelal helwesta xwe raber kir. Lewma Tirkiye vêcarê eniya xwe zivirand Rûsya. Li vir êdî nakokiyên bi hêzên îranî re xwe dan der. Heta niha tam piştrast nebûye ka gelo pêşketinên Rêjîma Sûriyê û Tirkiye li derodar Babê bi koordîneyek hevbeş tê kirin an na? li ser vê mijarê gumanên cur be cur xwe derdikevin. Lê ev şêlîbûn di çend rojên bê de dê zelal bibe, ango bi diyarbûna nasnameya hêza ku dê derbasî Babê bibe re ev yek û pîlan dê eşkere bibe.

Bi vê bîrxistina kurt ya bûyerên li herêma Şehba, bersiva pirsa me ya jor bi awayekî zelal dibe “Na”, wê demê çima duh êrîş kirin?

Li gor daxuyaniya dawiyê ya serokomarê Tirkiye Erdogan (ji ber her car daxuyeniyekê bi rengekî dide) ew ê bi girtina Babê re sînordar bin, ev yek pirs gelo wê rast Tirkiyê bajaêr Bigir an na? derdixe pêş. Vê carê Erdogan qet behsa Reqqa û Minbic nekir. Berê jî her dem wî behsa Minbic û Reqqa dikir!.

lê ev yek sozên hikumeta AKP`ê ku dabûn komên niha di nava Mertala Firatê de, berovajî ne. Ev koman li ser esasê ku dê heta Minbic û Reqqayê werin û hakim bibin ji Helebê derketin û di sînorê Idlibê re derbasî Tirkiye bûn. Piştre jî derbasî herêma Şehbayê bûn. lewma ev rewşa heyî û sînordariya bi Babê re dê kîna wan zêde bike. Li aliyek din, her komeke di “Mertala Firatê” de xwedî nêrîn, fikrek û fermadariyeke cûdaye, yanî heta niha odeyek hevbeş jî nehatiye avakirin. Ev yek jî îmkana ku bi xwe di nava hev de şer bikin geştir dike. Ji xwe şerê wan gelek caran li Cerblus û Ezazê jî derket hole. Heger DAIŞʹê ji herêmê hate derxistin, dê şerê wan ê navxweyî zêdetir bibe, li Idlibê jî gelek caran şer û nakokiyên wan koman derket.

Bi vê yekê jî bersiva pirsa me ya duyemîn derdikeve, Tirkiye neçare her carê ku dijminekî hevbeş li hember van koman ava bike  û pê nehêle ku bi pirsgirêkên wan yên navxweyî derkeve, bi vê yekê jî dê ava rûyê xwe biparêze.

Dema em çav li hêzên di sînorê van koman de bigerînin, li başûrê wan Rêjîm heye, bi pêşketinên têkiliyên Tirkî- Rûsiya re, ne di berjewendiyên Tirkiye de ye ku êrîşî rêjîmê bike. li Rojhilatî wan QSD`ê ku hevalbenên koalîsyona navnetewî ye hene, heta radeyek dibe ku êrîş hebin lê heta ku Tirkiye helwesta Qesra Spî û serokomarê nû yê Amêrîka nasnek, dê di vî warî de pir gavan neavêje. Wê demê hêzên Artêşa Şoreşger li rojavayî wan dimîne, lewma ihtîmala herî mezin jî ew in, lê ev êrîş gelo çiqasî dê dijwar bin?

Helwesta Tirkiye her dem li hember derketina her îradeyek kurdî gelekî zelal bû û ev yek di her gotineke û daxuyeniyek rayedarekî AKP`ê de diyar dibe. Lê weke bav û kalan gotî di navbera gotin û kirinan de çiya hene.

Di cotmeha bihurî de Tirkiye bi balafiran û hemû hêza xwe ve êrîş kir lê nikaribû ji Artêşa Şoreşger gundekî jî bigire, helbet ev têkçûn hîna di bîra wan koman de ye.

Sedema din jî ew e, tê gotin ku di nava komên li Ezazê bi xwe de nakokî rû dane û li gor jêderekî taybet destnîşan kir, hin koman ji wan têkilî bi Artêşa Şoreşger re pêşxistine û hin grûpên di nava  Ehrar El-Şam de jî diyar kirine ku dê beşdarî şerê li hember Artêşa Şoreşgeran nebin.

Li rex van, aciziyên gelê Ezazê di demên dawiyê de zêde bûye, taybet ku di demên dawî de kiryarên artêşa Tirk û van koman derheqê gel de zêde bûye, ji xwe herî dawî jî erebeyek zirxlî ya Artêşa Tirk pêlî welatiyekî kir û vê yekê acizî hîna zêdetir kir û gel neçarî koçberiyê bûye, beşekî mezin jî berê xwe dide Efrînê.

(dc)

ANHA