Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êrîşa Hesekê beşek ji pîlanên hêzên hegemon e

ANALÎZ

BÊRÎVAN EHMED

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşa xwekujî ya komên çete yên DAIŞ’ê ku 2 berê li Hesekê pêk hat, di çarçoveya berdewama pîlanên hêzên hegemon ên ji bo qetilkirina sivîlan û astengkirina pirojeya çareseriya demokratîk ya gelê Rojava-Bakurê Sûriyê pêk hatiye.

Dewleta Tirk a dagirker bajarê Cerablusê dagir kir . Hêzên herêmî û cîhanê derbaêr veê yekê de bê deng man. Niha jî dewleta Tirk dixwaze çeteyên DAIŞ’ê ku wekî leşkerên Tirkiyê yên herî baş tevdigerin û li dijî Rojava-bakruê Sûriyê êrîşên herî dijwar pêk tînin, pîlanên xwe yên dijbertiya Rojava bidomîne. Armanca dewleta Tirk ew e ku rê li pêşiya pirojeya çareseriya demorkatîk a Sûriyê bide rawestandin. Komkujiya Hesekê wekî komkujiya Dîlokê ku di meha Tebaxa derbasbûyî de pêk hatiye.

Tirkiyê û alîgirên xwe ji gelek aliyan ve êrîşî pirojeya çareseriya demokratîk ku ji aliyê hêzên demokratîk ve hatiye pêşkêş kirin, kirin. Pirojeya çareseriya demorkatîk piştî parçakirina piratîkî ya xaka Sûriyê ji aliyê hêzên opozisyonê yên demorkatîk û partiyên siyasî bû mijara sereke ya tekoşînê. Vê yekê metirsîna dewleta Tirk a dagirker zêde kir, bi vê yekê naxaze guhertin di Bakurê Sûriyiyê li gorî berjewendiyên pêkhateyên herêmê pêk were. Ji ber wê yekê êrîşên wan ên herî zêde li dijî sivîlan pêk tê. Komkujiya Sala Senabil a Şahiyan ku li Hesekê pêk hat mînaka wê ye. Piraniya qurbaniyên komkujiyê jin û zarok bûn.

Di heman demê de kiryarên hovane yên dewleta Tirk li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur zêd ebû ne. Leşkerên Tirk li ser sînor ên sê kantonên Rojava (Efrîn, Cizîr û Kobanê) welatiyan işkence dikin. Ji ber metirsîna wan zêde bû ye, bi dîwaran dixwazin sînor bigirin. Niha jî bi erêkirina Amarîka derbasî xaka Sûriyê dike. Dibe ku Amarîka bi vê yekê jî çarenûsa Tirkiyê wekî ya Îraqê û hin dewletên din bide meşandin.

Piştî pirojeya Fedraliya Demokratîk a bakurê Sûriyê di Pilatforma Demokratîk a Rimêlan de hate pêşkêşkirin, hikûmeta AKP’ê careke din di riya çeteyên DAIŞ’ê û hêzên rêjîmê ket nav liv û tevgerê. Ev ne tiştekî nûye. Gelê kurd ji xwe re kirine hedef. Ev yek eşkere di daxuyaniyên Tirkiyê yên dibêjin wê bikevin xaka Reqayê de diyar dibe. Hevkara DAIŞ’ê Dewleta Tirk bê şerim û fedî vê yekê dibêje û xwe wekî dijberê DAIŞ’ê nîşan dide. Lê ya rast hemû komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bi destê wan hatiye kirin.

PDK’ê jî li dijî şoreşa Rojava bi siyasetên Tirkiyê re dimeşe û di hemû pîlanên dijberiyê de cih digirin. PDK’ê di vê çarçoveyê de bi milyonan pere ji Îranê û Tirkiyê giritiye û deriyê sînor ê Sêmalka giritiye. Dixwazin bi embargoya li ser Rojava hemû pêkhateyan birçî bikinû teslîm bigirin.

Hevdîtinên wan ên veşartî û tiştên li piş perdeyê têne kirin, êdî diyar dibin. Her hêzên demokratîk û Rêveberiya Demokratîk gavekê davêje û destkeftiyekê bi dest dixe, pîlanên wan û êrîşên wan derdikevin hole.

Di aliyê din jî diyar dib piştî êrîşa Hesekê ku di encamê de 34 kesên ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dan. Êrîş li dijî malbata Fatimê ku bi welatparêziya xwe tê zanîn pêk hatiye. Piştî êrîşê bi çend deqeyan saziyên wan ên çapemeniyê derhal êrîşî saziyên gel kirin û îda kirin ku ew nikarin parstina xwe bikin. Komkujî wekî alavekî piropogandaya xwe bikar anîn. Bi vêyekê xwestin ku gelê herêmê dest ji xaka xwe berdin. Di vê çarçoveyê de Televizyona Rûdawê ku piştgiriya xwe ji Mîtê Tirkiyê digire, dema êrîş pêk hat, piropoganda kir wekî tu bêje PDK’ê ne li pişt embargoya li ser ROjava ye. Hêsrên timsahan derxistin û PDK’ê wekî ku birîndaran rizgar dike, pênase kir. Heger ev daxuyaniyên wan rast bin, çima wê li ser Rojava embargoyê pêk bînin û ji bo girtina Sêmalka miqdarek mezin pereyan bigire.

Lê tiştê belkêş jî ew bû ku demil dest malbata Fatimê û gelê kurd bersiv da wan û gotin ku hûnê nikaribin bi vîna gel a berxwedêr bilîzin, gelê Hesekê got ku ewê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide. Şêniyên Hesekê bi yekîtiya xwe bersiv da hemû pîlanên wan.

(dc)