Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êrîşa li dijî Kobanê li balyozxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê hatiye pilankirin

DOSYA

ZANA SEYDÎ / CUMA MIHEMED

KOBANÊ – Emîrekî DAIŞ’ê yê berê bi riya civînên ku beşdar bûye û buyerên jiyan kirine, cara yekemîn bi belgeyan têkliyên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ’ê de eşkere dike.

Di van demên dawî de li rex têkşikandina çeteyên DAIŞ’ê ku serweriya xwe di paş perdeya ol û pêkanîna şerîheta îslamî de li ser herêmê ferz kiribû, diyar bû ku ev dagirkeriya wê bi alîkariya hêzên tarî û dewleta Tirkiyeyê pêk hatiye ku hewl didin hêza gelên herêm pûç bikin û desthilatdariya sîstemên dîktator ferz bikin.DOSIYA-KOBANE (1)

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevîtinek bi serçeteyekî girtî re yê bi navê Îsamedîn Endan ku bi navê Ebû El-Mensûr tê nasîn pêk anî. Ebû El-Mensûr di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê weke emîrekî û berpirsyarê deriyê sînor ê Girê Spî hatibû erkdarkirin û behsa têkliyên dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re kir ku ew yek ji navbênkaran bû û bi taybet di destpêka şerê li dijî Kobanê de.

Emîrê DAIŞ’ê yê ku berpirsyariya deriyê sînorê Girê Spî dikir

Îsamedîn Ednan di sala 1983’an de li paytexta Mexribê Rîbatê ji dayîk bûye û xwendina xwe di Enstûtiya Bilind a Teknolojî de bi dawî kiriye û di dawiya sala 2013’an de berê xwe daye Sûriyeyê û li gelek herêmên Sûriyeyê yên weke Idlib, gundewarê Heleb, Reqa û gundewarê wê geriya ye. Di destpêka sala 2014’an de beşdarî nava DAIŞ’ê bûye, di du salan de ji bo gelek peywiran ên weke berpirsyarê deriyê sînor ê Girê Spî, berpirsyarê têkliyên di navbera çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên li derve hatiye erkdarkirin. Îsamedîn Ednan bi armanca xwe ji kuştinê biparêze  li gundewarê Dêrazorê piştî ku dorpêça wan hate tengkirin ji şer reviya û li rex hevser û keça xwe Romeysa xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk kir.

Piştî serweriya li ser bajarê Mûsilê, balyozê Tirkiyeyê û endamên balyozxaneya Tirkiyeyê mêvandar bûn!

Nûçeya hatina çeteyên DAIŞ’ê ya bajarê Mûsilê bi lez di nava welatiyan de belav bû, beriya ku çeteyên DAIŞ’ê bigihêjin bajêr û serweriya xwe li ser giştî bajêr ferz bikin, bi dehan malbat ji bajêr ber bi herêmên din ve koçber bû, her wiha artêşa Îraqê jî hemû çek û cebilxaneya xwe li pey xwe hiştin û reviyan û nûnerên balyozxaneyên gelek dewletan ji bajêr derketin.هل تصدق؟.. جنود أتراك يتحدثون مع عناصر لـ"داعش"، اليك هذا الفيديو!

Ednan di vê derbarê de wiha got: “Hemû nûnerên balyozxaneyan ji bajêr derketin, lê endamên balyozxaneya Tirkiyeyê ku 45 kes bûn di bajêr de man û derneketin û li benda hatina DAIŞ’ê man, bêyî ku tirsek li ba wan çêbibe.”

Ednan axaftina xwe wiha domand: “Di wê demê de peywendiyek ji kesekî ji me re hat û têde navê xwe eşkere nekir, lê got ku ew di nivîsgeha Erdogan de dixebite û ew endamekî istixbarata Tirkiyeyê ye û wiha ji me re got; ‘Kesên di balyozxaneya Tirkiyeyê de ne mêvanên we ne û ji bo hûn wan serbest berdin em amade ne hemû daxwazên we pêk bînin.’ Di wê demê de gelek daxwazên me hebûn. Evan danûstandin du mehan dirêj kir û ez bi xwe beşdarî van danûstandinan bûm.”

Rêvekirinên hikûmeta Tirkiyeyê ji DAIŞ’ê re piştî danûstandinên rasterast

Piştî demeke kurt, hikûmeta Tirkiyeyê hemû daxwazên çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û hatina bi hezaran çeteyan ji dewletên cûda yên cîhanê ber bi Sûriyeyê ve di riya Tirkiyeyê re hêsan kir. Dewleta Tirk piştî wê deriyên sînor ên Cerablûs, Girê Spî ji bo derbaskirina madeyên xwarinê, madeyên teqemeniyan û amûrên elketronîk serbest vekirin, her wiha 350 çeteyên girtî ku dihatin beşdarî nava DAIŞ’ê bibin serbest berdan.DOSIYA-KOBANE (2)

Di vê derbarê de Ednan wiha dibêje: “Di wê demê de hejmara çeteyên biyanî yên ku tenê di deriyê sînor ê Cerablûsê re derbas dibûn rojane 80 kes bûn û di deriyê sînor ê Girê Spî re rojane 35 kes bûn. Di bîra min de ye ku di wê demê de hikûmeta Tirkiyeyê dema ku bi me re diciviya israr dikir ku DAIŞ û Tirkiye dostên hevûdu ne û hikûmeta  Tirkiyeyê her tim ji me re digot xema tiştekî nexwin.”

Rêvekirin ji bo êrîşa li dijî Kobanê ango ne ji bo serbestberdana balyozê Tirkiyeyê bû

Di danûstandinên di navbera rayedarên artêşa Tirkiyeyê û DAIŞ’ê de ku rojane pêk dihatin û li ser zimanê Îsamedîn Ednan eşkere kir ku rêvekirinên aliyê Tirkiyeyê pêşkêş kirine ne ji bo serbestberdana balyozê Tirkiyeyê bû, lê belê ji DAIŞ’ê dixwest ku êrîşî navenda sereke ya Kurdan li Bakurê Sûriyeyê bike, ew jî bajarê Kobanê bû.DOSIYA-KOBANE (5)

Îsamedîn Ednan di vê derbarê de wiha got: “Piştî ku serweriya bajarê Reqayê bi temamî hate kirin, DAIŞ’ê bi hezaran leşkerên xwe amade kirin da ku êrîşî herêmên di bin serweriya Kurdan de yên li bakurê Reqayê bike, her wiha hin deverên din ên gundewarê Helebê ku di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de bûn. Di encamê de ev yek bi rastî pêk hat, lê istixbarata Tirkiyeyê hema peyameke din ji me re şand û têde xwest ku divê em êrîşên xwe yên ber bi bakur ve ranewestînin û Kurdan li bajarê Kobanê tune bikin û li hemberî wê soza rêvekirinên nû û mezintir da.”

Didome…

Sibe: Artêşa 300 hezar leşker… li Kobanê şikest

(jh)

ANHA