Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Êrîşa li Kampa Mexmûrê ji aliyê MÎT`a Tirk ve pêk hatiye’

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Kampa Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cudî) got ku hemû daneyên di derbare êrîşê de ku di şeva  din li Mexmûrê pêk hatî de, diyar dibe ku MÎT`a Tirk ev êrîş pêk aniye.

Duh êvarê saet di 18:45’an de, êrîşek li hemberî Hêzên Parastina Kampa Mexmûrê pêk hat. Di derbarê êrîşê de Hevseroka Meclîsa Mexmûrê Filîz Budak  ji ajansa me (ANHA) re axivî û got hemû nîşaneyên êrîşê diyar dibe ku dewleta Tirk li peyî vê êrîşê ye.

MÎT`a Tirk li peyî êrîşê ye

Filîz Budak got ku ev demeke dirêj e li hemberî kampê êrîş hene û bi van êrîşan hewl didin ku kampa wan vala bikin û wiha pê de çû:“Dema ku ev hewldanên wan bê encam man êrîş pêk anîn. Beriya niha di êrîşekê de du ciwanên kampê şehîd bûn. Ew êrîş jî derket holê ku ji aliyê MÎT’a Tirk vê pêk hatibû. Piştî ku êrîşa ku duh êvarî pêk hat, hema piştî  bi çend saniyan li ser hesabên medya civakî ya MÎT’a Tirk agahiya êrîşê hate weşandin. Hê niştecihên kampê pê nehesiyabûn bê ka çi bûyê MÎT’ê agahî da. Ev tiştekî pir watedar e. Ev jî diyar dike ku êrîş ji aliyê wan ve pêk hatiye.”

Divê NY berpirsayariya xwe bi cih bîne

Filîz got ku demeke dirêj e lîstikên qirêj li ser kampê hene û diyar kir ku divê Netewên Yekbuyî (NY) li hemberî êrîşê bi berpirsyarî tev bigere.

Hevseroka Meclîsa Mexmûrê Filîz Budak di dewama axaftina xwe de got:ʺEv der kampeke penaberan e. Divê NY li hemberî kampê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Lê mixabin piştî êrişê heya niha tu daxuyaniyek jî nedane. Kesek li me negeriya û ne pirsî ka çi bûye.”

Filîz Budak di berdewamiya axaftina xwe de bang li dewleta Iraq jî kir û got ku ev êrîş di di qada wan a hewayî de pêk hatiye û divê eşkere bikin bê ka kê ev êrîş kiriye.

Filîz got wê di saetên pêş de derbarê êrîşê de wê daxuyaniyek berfireh bidin.

(ekip)

ANHA