Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Êrîşên artêşa Tirk a dagirker îradeya gel a pêşwazîkirina hilbijartinan  naşkîne’

Dîmen

NARÎMAN EMÎN-NÛRA ELÎ

EFRÎN – Hevserokê Meclîsa Rêveber ya Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda kantonê, îradeya gel a pêşwazîkirina hilbijartinan nikare  bişkîne.

Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navenda Kantona Efrînê û hedefgirtina sivîlan, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê  Osman Şêx Îsa ji ajansa me re axivî.

Şêx Îsa di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk li ser Kantona Efrînê şermezar kir û got ku piştî planên dewleta  Tirk li hemberî hêza YPG û QSD`ê ku serkeftinan bi dest dixin, têk çûn vê carê êrîşên xwe navenda Kantona Efrînê, dike.

Îsa bi domdarî got:”Di pêvajoya ku niha em tê de derbas dibin. projeya federaliyê hêdî hêdî dikeve meriyetê û gel xwe ji bo hilbijartinan amade dike. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kirin, da ku tirsê bixwe nava gel û wan dûrî projeya federalî û sandiqên hilbijartinan bixe”.

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Efrînê û di encamê de 6 sivîl birîndar bûn, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa got:”Hedefgirtina navenda  bajarê Efrînê ku sivîl têde dimînin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, binpêkirina zagonên  navneteweyî ye”.

Osman Şêx Îsa di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk îradeya gel naşkîne û wiha pê de çû:”Berxwedana gel wê nehêle ku dewleta Tirk bigihêje armanca xwe. Ji aliyekî din gel tekez kiriye wê berpirsyartiya projeya federaliyê û hilbijartinan rabike. Her wiha êrîşên dewleta Tirk îradeya gel bi girêdana bi axa xwe re û piştgiriya bi  YPG û YPJ`ê re   xurtir, kir û îradeya gel a pêşwazîkirina hilbijartinan naşkîne.”

(kc)

ANHA