Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 ‘Êrîşên li dijî Efrînê ehmeqiyeke dîrokî ye ‘

Dîmen

HEMRÎN ŞÊXO – RÎM EBDULLAH

EFRÎN – Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê Reşîd Şaban êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê û komkujiyên derheqê sivîlan de, wekî ehmeqiyeke dîrokî bi nav kir û got, “Gelê Efrînê wê tola xwe hilînin.”

Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PDKS) Reşîd Şaban behsa êrîşên arêtşa Tirk li ser Efrînê got ku arêtşa Tirk a dagirker çiqas hewl bide vîna gelê tê bibe wê nikaribe.

Şaban got, “Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê hemaqeteke dîrokî kiriye, li ser vê yekê wê poşman bibe, ji ber ku wê gel tolê rake û rê nade kesek biyanî derbasî kantonê bibe. Gelê Efrînê bi hemû beşên xwe destekê didin hêzên paratinê.”

Şaban di nava axaftina xwe de balkişand ku dagirkeriya Tirkiyê hewl dide bi riya şerê taybet û piskolojîk vîna gelê Efrînê bişkîne û ev tişt anî ziman, “Her çiqas ku Erdogan komkujiyan pêk bîne û xwînê birjîne armancên wî neghên serî.”

Reşîd Şaban diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê tevlihevî derxistine û bal kişand ku gelê Efrînê bi moralekî bilind li ber xwe didin û destûr nadin ku Tirkiyê herêmê dagir bike.

Reşîd Şaban di dawiya axaftina xwe de got, “Em dizanin ku Artêşa Tirk bi teknîka xwe ye pêşketî ye, dixwaze Efrîn dagir bike û vîna gelê wê têk bibe, lê çarenûsa wî wê felaket be.”

(bb)

ANHA