Têkilî | Derheqê me de

‘Êrîşên li dijî Efrînê encama rasthevhatina berjewendiyên qirêj e’

MEDYA HENAN

NAVNEDA NÛÇEYAN – Lêkolînera Misrê Ferînaz Atiyê diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê di encama lihevkirineke de ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê û Îranê de li Soçî pêk hatiye. Ferînaz diyar kir ku armanc ji vê êrîşê têkbirina projeya federaliyê ye ji ber ku ne li gorî berjewendiyên wan li herêmê ye.

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 9’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Girêdayî mijarê li hemberî van êrîşan hin dewletên navnetewî û rêxistinên mirovahiyê helwestên fedok nîşan dan. Helwesta Rûsya û Îranê jî mij e û tê gotin ku lihevkirinek bi Tirkan re pêk anîne. Di derbarê van êrîşên li dijî Efrînê de lêkolînera Misrê Ferînaz Atiyê ji Ajansa Nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Lêkolînera Misrê Ferînaz Atiyê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rûsya hewl dide Tirkiyeyê bi razîkirin bide û ji ber vê yekê rê ji Tirkiyeyê re vekir da ku êrîşî Efîrnê bike û wiha got: “Rûsya bi riya êrîşa li dijî Efrînê dixwaze nakokiyan di navbera Emerîka alîgirên wê yên weke Tirkiyeyê de derbixîne. Ji aliyekî din ve Rûsya hewl dide rêjîma Sûriyeyê ji nû ve rewa bike û bi vê armancê li Soçî lihevkirinekê di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê de pêk tê.”

Ferînaz diyar kir ku armanca Tirkiye û Îranê ew e ku projeya federaliyê li Sûriyeyê hilweşînin ji ber ku ne di berjewendiya herdu dewletan de ye û axaftina xwe wiha domand: “Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî herêma Efrînê bi lihevkirina di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hatiye.”

Di derbarê helwesta dewleta Misrê de Ferînaz Atiyê diyar kir ku Misr ti carî vê êrîşa Tirkiyeyê qebûl nake, di serî de ji ber ku êrîşeke li dijî dewleteke cîran e û li aliyekî din gelek belge hatin piştrastkirin ku hikûmeta Tirkiyeyê alîkariya çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Îraqê kiriye û alîkariya xwe bi koma Ixwan Muslimîn a Misrê re jî berdewam dike û destên wê di tevliheviyên ewlehiya gelek dewletên Ereb de heye.

(jh)

ANHA